Şandeke ku gerîla û Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê pêk tê serdana çar malbatên pêşmergeyên di operesyona rigarkirina 5 gundên navçeya Mexmûrê de şehîd ketin kir.
Di operesyona rizgarkirina 5 gundên Mexmûrê ya 12 Îlonê de birêve çû di encama şer de sê gerîla û çar pêşmerge şehîd ketin.
Şanda ji endamên Meclîsa Demokratîk a Wargeha Mexmûr Cîhan Eren, fermandarên Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê (YBM) Cemşîd Mêrdîn, Sîdar Botan û milîsên berxwedana Mexmûr pêk dihat roja 14 / 9 / 2014`e serdana malbatên pêşmergeyan kir.
Endamê Meclîsa Demokratîk a Mexmûr Cîhan Eren di dema serdanê de axivî, ji hemû pêşmergeyan û gelê Kurd re sersaxî xwest.
Eren got, “Ya girÎng ew e ku yekitiyekî rast di navbera Kurdan da were avakirin li hember êrîşên ku bi sedan sale li ser gelê Kurdistan tê meşandin.”
Piştre li ser navê pêşmergeyan fermandarê bi navê Necat kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û got, “Yekemcare ku hêzên gerîla û peşmergeyên Başûrê Kurdistan bi hev re di nav çalakiyekî de li hember êrîşkaran disekinin. Raste me berdêlên giran dan lê ev ji bo hemû gelên Kurdistanê deskeftiyek mezin e. Ya girîng yekîtiya gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ye.”
Herî dawiyê Fermandarê hêzên gerîlla yê Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê Cemşîd Mêrdîn axivî û diyar kir ku ew bê ku cûdahiyê bixin nav, soza tolhildana hemû cangoriyan didin.
PUKmedia / ANF