WSJ: Êdî Tirkiyê hevpeymanê Emerîka nîne
Rojnameya (Wall Street Journal) a Emerîkî duh 13/9/2014 gotarek bi navê “Êdî Tirkiyê hevpeymanê Emerîka nîne” belav kiriye û têde nivîsiye ku Tirkiyê ne di nava tekoşîna navdewletî a li dijî DAIŞ de ye û ne li aliyê Emerîkayê ye.
Nivîsa ku ji aliyê nûçesazên rojnameya WSJ ve hatiye nivîsandin têde hatiye: Paşvegavavêtina Tirkiyê ji ya Ingilîzan û Alamanan gavek hîn bi şûnve ye. Enqerê wê tu gavekî leşkerî navêje û her weha Tirkiyê dibêje ku ew rê nade baregeha Incirlîkê ya Emerîka li dijî DAIŞ`a li Sûriyê êrişên asmanî bike. Eve jî wê astengiyên mezin bo Pentagonê dirust bike.
Li gor rojnameyê, balyozê Emerîka li Tirkiyê yê berê (Francis Ricciardone) ragihandiye ku hikûmeta Tirkiyê bi awayekî aşkira rêxistina Qaîdê li sûriyê (Cebhet El- Nusre) û rêxistinên din ên terorîst re di pêwendiyê de bûye.
Rojnameya WSJ bale dikşîne ser dîplomatên Tirkî ên di destê DAIŞ de û we pêde çûye: Ne tenê Tirkiyê welatiyên xwe dîl di destê DAIŞ dene. Her weha ev nabe eger bo daxistina baregeha Incirlîk a leşkerî li pêş Emerîka.
Li dawiya nivîsa WSJ de hatiye ku: Hilbjardeya herî baş ku dê piştevaniyê Emerîka weku hevpeymanek bike û amadeye ku serbazên xwe bişîne, Kurd derdikevin pêş. Eve 60 sale Incirlik li Tirkiyê ye dema wê hatiye ku Emerîka baregeha Incirlikê biguhêze Herêma Kurdistanê ya Êraqê.
PUKmedia/Rojnameya Radîkal a Tirkî