Li gor raporta dawî ya Neteweyên Yekbûyî derbarê mafê mirov de li Îranê, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî sozên xwe neanîne cih û rojane ciwanên Îranê bi tohmetên cuda tên darvekirin.
Di vê derbarê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon, ragehand ku ligel wêya Rûhanî soz dabû azadiya zêdetir bo hevwelatiyên Îranê misoger bike, lê belê Îranê nikariye derbarê mafê mirov û azadiya raderbirînê de ber bi pêş de biçe û heta niha rojnamevan rûbirûyê gelek asten û pirsgirêkan dibin.
Ki-moon got: ‘’Ji xeynî serkutkirin û bêdengkirina rojnamegeran, Îranê sansurên dijwar dixe ser kêmîneyên neteweyî û olî û astengan ji wan re derdixe.’‘ Li gor ajanên nûçeyan jî, di sala 2013’ê de 624 heta 727 kesan li Îranê hatine darvekirin.
Evna jî di demekê de ye ku di sala 2012’an de cîbicîhkirina hikmê darvekirinê di navbera 314 heta 580 kesan de bû. Evna jî wiha pêşan dide ku berî Hesen Rûhanî bibe serokkomar darvekirin li Îranê kêmtir bû ligel wêya ku di dema hilbijartinan de soz dabû ku dê azadiya hevwelatiyan misogertir bike.
Ban Ki-moon di raportê de wiha dibêje: ‘’Li gor wan agahiyên ku gehiştine destê me, nêzîka 160 ciwan li Îranê bi tohmetên cuda cuda cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û li benda mirinê ne.’‘
Herwiha li gor Ajansa Nûçeyan a Associated Press, nêzîka 2 hezar kes ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, di girtîgeh û zîndanên Îranê de li benda cîbicîhkirina vî cezayî ne û jiyana wan di metirsiyê de ye.
Basnews