Festîvala Çand û Hunera Kurdî ku beriya 22 salan li Elmanya hatibû destpêkirin, bi armanca pîrozkirina roja Aştiyê di destpêka meha Îlonê de, wek nerîteke salane ev festîval her sal li bajarekî tê sazkirin.
Di festîvalê de hunermend û stranbêj û grûbên govend û dîlanê stran û hunerên xwe pêşkêş dikin, herwiha li ser dikê axaftinên partî, siyasetmedar, kesayetî û mêvanan tên xwendin, herwiha hunermendên serekî jî bi stranên şoreşgêrî û neteweyî coşeke mezin didin festîvalê.
Ev Festîvala Çand û Hunera Kurd bala Elman û biyaniyan jî dikşîne, berdewam ew jî beşdar dibin û carna jî cilên kurdî li xwe dikin, bi beşdarbûna xwe piştgiriya xwe bo kultura Kurdî û gelê Kurd nîşan didin.
Siyasetmedarên Elman jî beşdar dibin, peyvên xwe pêşkêş dikin û têde piştevanî û dostaniya xwe bo Kurdan tînin ziman. Li derdora meydana festîvalê standên cuda tên danîn, standên firotina xwarinê, pirtûkan, CD’yên ji berhemên nû yên hunermendan û yên kevin, herwiha kincên jin û mêran ên Kurdî û standên belavkrina zanyariyên nû liser rewşa Kurdistanê.
Hêjayê gotinê ye Medya Kurdî û biyanî jî giringiyê didin festîvalê û festîval dibe babetê rojê yê piraniya rojname û Tv’yên Kurdî û Elmanî.
Basnews