Stranbêjê Kurd Hejar Xeravayî li Berlînê klîpa strana xwe ya liser karesata Şengalê kişand, peyv û awazên stranê yên hunermend Yusif Remezan in, kors hunermend Sîpan Hesko û mûzîk li studiyoya Zaxo hatiye danan, klîp li Berlîn di Studiyoya Medyahd bi kamêrevaniya Mohamad Blal hat kişandin.
Derbarê klîpa xwe de Hejar Xeraveyî ji BasNewsê re got; ‘‘Min du stranên Evîniyê amade kiribûn ku bikim vîdeo klîp lê rewşa welatê me aloz bû û karesateka diltezên bi ser xelkê me de hat, min jî bernameya xwe guhert û wek sivikrina xem û diyarkirina helwêsta xwe li hember xelkê Şengalê min strana Rûdan tomar kir.’
Xeravayî da diyarkirin ku wê di demek nêzîk de klîpa wî ya binavê Rûdan derkeve ser ekranên televizyonên Kurdî, û hêvî kir ku ew xizmeteke biçûk be ji bo xelkê Şengalê û azar û xemên wan sivik bibin.
Di dawî de jî got ku ew hêvî dike her kes ji aliyê xwe ve xizmeta penaber û koçberan bikin û nehêlin karesatên wiha dubare bibin, yekêtiya neteweyî jî were pêk anîn. Hejar Xeraveyî ji Xankê a ser bi Duhokê ye, dema 7 sala ye li Kölnê dijî, ew xwediyê 2 CD û çend klîpa ye, amadekariyan dike ji bo klîpkirina straneka li ser Newrozê
Basnews.