BÛYERPRESS
Biradostê Mîtanî
Dema em behsa Zimên dikin . tê bala me , gelo di layê şêweya zimanê devkî , yanî dema bavkên KURDAN berya (30 000) sal di KURDISTANÊ û MEZOBOTAMIYA de axivîne ? . yan mebest jê ew e ji dema ku şehristanî û pêre tîp hatine afirandin bi şêweyê nivîskî 3500 sal berya zayinê ye ? .
Em ê di vî babetê zimanê KURDÎ de ,rahêjine mijara tîpên KURDÎ ,yanî mijara nivîsandinê ,ne ya axaftina bi lêvkirinê .
Dîroka zimanê kurdî ji layê afirandina tîpan ve dirêj e.Dikeve kûrahiya dema dîroka kurdên GOTÎ de .Ya dema dinivîsandin bi mîxan (Bizamaran) weke ku ew beşek in ji Someriyan , mîna hemû êl û gelên din ,ên di kevana zêrîn a Mezobotamiyayê de .
Ew tîpên KURDÎ di destpêkê de hatin nîşankirin bi navê tîpên zindî yên tên naskirin bi birayên me yên ÊZDÎ re , yên pê PIRTÛKA REŞ nivîsandibûn û wilo ta bawermendiya kurdan bi xudakê mîtra( Roj)hat, jê re digotin zimanê mîtrayî. Lê zimanê kurdî bû zimanê fermî di dewleta Mîdî de 705an B.Z, li cem Kurd û Faris û pêkhateyên din.
Tîpên ZINDÎ yên PIRTÛKA REŞ
Di dema pêxember Zerdeşt (S) de zimanê kurdî xwertir û belavtir bû , dema pirtûka wî Avista belav bû di Rohilata navîn û Asyayê de, û wilo jê re di cîhanê de digotin zimanê avistayî û tîpên wê hatin bi navkirin bi tîpên AVISTAYÎ yên ku hijmara wan(44 ) tîp bûn.
Lê mixabin ew ziman êşiya li ser destê Sikenderê Mekdonî ,dema Avista di şewitand. .
Piştî ziman û ola zerdeştî qelis bû di dema Sikenderê Meqdûnî de .Mislmantî hate Kurdistanê, ol û zimanê kurdan qelistir bûn, ji ber wan ji SIKEDERÊ MEKDONÎ bihtir qirkirin bi serê wî zimanê KURDÎ de anîn.
Di dema Sasaniyên ku koka wan KURD E de, tîpên Pehlewî{Pêlewanî} geş bûn di nav kurdan de.Hijmara wan 42 tîp bûn, mîna zimanên hebûn di cîhanê de ,ew jî bûbû yê nivîsandin û Çandê li cem kurdan û “Ehmedê kurê WEHŞIYÊ yê NEBETÎ dibêje :Min (30) pertûk bi pehlewî dîtin li şamê . Di pirtûka xwe de ya binavê : bîrîbûna bi evîn bo zanînbûna sembolên pênûsêشوق المستهام في معرفة رموز الأقلام de dibêje: Pirtûkek ji wan li ser çandina dara xurmeyê bû û ya din li ser avdaniya çandiniyê bû .Lê mixabin di dema Emewyan de li ser destê “Ebdil Melikê Mirwanî” Erebkirin bi dijwarî peya bû û yê jê dijwartir “Hecacê kurê SEQEFΔ bû.Ku nûnerê Emewiyan bû li Iraqê.Wî hemû pirtûkên pehlewî şewitandin û ya xirabtir berpirsiyarê dîwanê yê kurd “Zadan MEROX” kuşt û yekî Ereb di cihê wî de danî .
Li ser zimanê pehlewî “M. Mehemed Xinêmî HILAL ” zimanzanê misrî dibêje: Zimanê Pehlewî yê kurdên kevnar e û wata wê gotinê yanî zimanê çekdarên mêrxasên kevnar û ew romana HEZAR ŞEV Û ŞEVEK û wilo KELÎLA Û DIMNA cara yekemîn bi wî hatiye nivîsandin. (Ev di pirtûka Erebî refê yazdehan yê toreyî de di rûpelê 156 de ye).
Piştre tîpên KURDÎ bûn ên bi navê MASÎ SORATÎ .
Tîpên MASÎ SORATÎ
Bi hatina misilmaniyê û arîkariya a tîpên pehlewî û Masî soratî di nav zimanê Erebên NÎV GIRAVA EREBÎ de , QUR’ANA PÎROZ hate nivîsandin , û beşek ji kurdên me bi wan tîpan nivîsandin li BAŞÛR û ROJHLATÊ KURDISTANÊ bi navê tîpên SORANÎ . Lê ji ber ku beşê herî mezin ji gelê kurd di BAKURÊ KURDISTANÊ de ye û ew nêzîkî çanda latînî ye, ew bi tîpên LATÎNÎ dinivîsîne , yên ku mîr CELADET BEDIRXAN bi arîkariya rohlatnasê FERENSÎ ROCÊR LISKO afirandine ji (31) tîpî û cara yekemîn 15/5/1932(z) pê kovara Hawarê hat nivîsandin . Lewra ew roj biwe CEJNA ZIMANÊ KURDÎ
Koka zimanê kurdî Arî ye û ew ji malbata Hindo-Ewrupî ye, û çend devok û zaravên wî jî hene.Zaravên sereke ev in :
1- kurmanciya jorîn (weke ya me kurdên Rojava ye) 2- kurmanciya jêrîn(Soranî) 3- kurmancikî yanî Dimilkî yanî Zazakî 4- Hewramî 5- Kelhorî 6- Lorî.Hinek zimanzan dibêjin ku Goranî jî zaravekî kurdî ye û ne devok e .
Îro bêtirî /65/melyon kesên kurd bi vî zimanî daxivin li kurdistanê. Lê ew hijmar mestir dibe di cîhanê de. Ji sedemên nejadperestî û stemkariyê, ew zimanê ku xwedê çêkiriye û Rêxistina navnetewî Yonîsko dibêje: Zimanê kurdî yê 31an e di nav zimanê cîhanê de , ew ZIMANÊ girin û xwert kete bin siha metirsiyê de , ku were asmîlasyonkirin ,yanî helandin . Lê miletê kurd li ber xwe da û xwe û zimanê xwe parast.
Tîpên PÊLEWANÎ (PEHLEWÎ)
Di dawî de Zimanê me, nasnameya me ye,û dive em di ZIMANÊ xwe de bijîn û wî biparêzin . ji ber ku em weke NETWA KURD pê tên parastin .Lewra ji me tê xwestin ku em bi erkê xwe rabin di layê axaftin û nivîsandina bi wî , di hemû deran de, bi taybet di malên xwe de .Ji ber ew dibistana yekemîn e û wilo em guh bidin perwerda Fermî di dibistanan de jî , ji bona ku ew hêvî û xewnên salên bûrî bicih werin û zimanê me pêş bikeve wek xwendin û rêzmanî, mîna zimanên hemû miltan. Lewre divê em jê re xwe biwestînin bi dilsozî. Çimkî va roja azadiya gelê me hat û geya dibin keviran de namîne .
Ev Nivîs Di Hejmara 86’an a Rojnameya Bûyerpress’ê De Hatiye Weşandin