BÛYERPRESS
Berzanî Ferman
4’ê Mijdarê piştî guvaşên Dewleta Tirkiyê Emerîkayê biryar da ku Noqteyên çavdêrkirinê ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê bi cih bike..
Wasighton da zanîn,belku Hêzên Sûriyaya Demokratîk HSD’ê şerê dij be DAIŞ’ê li Rojhilatê Firatê dimeşînin û hevrêzên wan in li dijî DAIŞ’ê ew ê parastina sînor bikin ji her êrîşeke gengaz ser herêmên kurdan..
Hêzên Sûriyaya Demokratîk HSD’ê jî di vê çarçoveyê de qonaxa dawîn ya Pêngava Bager Cizîrê daye dest pê kirin û li gelek eniyên Dêra Zorê pêş de diçe
Emerîkayê bi vê yekê re ku çavên xwe ji Tirkiyê li Efrînê re kor kiriye û dibêje ez ê herêmên kurdan ji êrîşan biparêzin naxwaze ti layen jê bixeyide û berjewendiyên xwe esas digre..
Car Caran Emerîka Dewleta Tirkiyê dike terorîst û geh Partiya karkerên Kurdistanê û serkirdeyên wê dike terorîst,me ev ser zimanê berpirs û rayedarên wan bihîst,Lewra tê meraq kirin Emerîkayê çi siyasetê pêş dixîne ?
Beriya du-sê rojan Şanderê Serokê Emerîkayê bo Sûriyê Jamess Jaffrey gotibû em palpiştê yekem yê Hêzên Sûriyaya Demokratîk HSD’ê ne,lê 7’ê vê mehê got:Têkliyên me li gel HSD’ê demikî ne û stratejîk in…
Yanî li vir siyasetekê tê pêş xistin ew jî razîkirina aliyan e û di serî de parastina berjewendiyên Emerîka li herêma Rojava ne.
Di heman demê de hin meydyayên nûçeyan diyar kirin ku Tirkiyê xwe avêtiyê tor û bextê Emerîkayê ki wê ji Kirîza Aborî derbixe beramber têkiliya cîranê baş li gel PYD’ê,Lê xuyaye Emerîka ev bijarde ji holê rakir.
Tekez,çavê yeqîn Emerîka naxwaze ji herêmê derbikeve û aramî serwer be,Lê belê dixwaze muadelya siyasî li herêmê ji hev bixîne.
Baş e Emerîka hewil dide PYD û PKK’ê ji hev du werin veqetandin û têkilî di nava wan de tine be,Baş e carda sînaryoya Başûrê Kurdistanê dubar dibe, wekî çawa Şerê PDK û YNK’ê afirand wê di nava PKK’ê û PYD’ê de şerekî biafirîne û dawiyê wê bibêje ka bila kurd bêne gel min ez ê pirsgirêkên wan çareser bikim..
Emerîka ji bo wergirtina agahiyan ser 3’ê serkirdeyên PKK’ê Murad Kareyilan,Cemîl Bayik û Dûran Kalkan xelat danî.
Ev yek jî gava destpêkê ya veqetandina PYD’ê ji PKK’ê diyar kir.
Tirkan jî bi vê yekê razî nebûn û ji Emerîkayê re gotin:Tirkiyê ne Ehmeqe em dizanin ku bi vê yekê dixwaze rewatiyê bide PYD’ê û projeya wê li Bakurê Sûriyê..
Li vê derê Emerîkayê bê deng ma !!
Emerîka dibêje belku kurd ber bi terefê Îranê ve diçin,lazim e ez tiştekî li Rojava bidim wan kî,bo dûrî Îranê bikevin û bikim li aliyê xwe..
Baş e ger Emerîka bi vî mentiqî difikre,çawa hebûna Îranî û Hizbullaha Lubnanî ku ew jî beşek jê ye li Sûriyê qebûl dike ?
Ew jî siyaset e gelo ?
Herêma Rojhilatê Firatê êdî niha cihê bazara navdewletî ye û bahaneya Emerîka ji hebûna li Sûriyê re ye.
HSD’ê geh pêş dikeve,geh jî medya dibêej DAIŞ’ê pêşketiye û xalên berê di destê wê de bûn dîsa kontrol kiriye,xuyaye ev jî siyaseta Emerîkayê..
Ji bo dev girêdana Rûsya,Tirkiyê û Îranê vê gavê dike.
Gelek caran jî wezîrê berevaniyê yê Rûsî Sergey Şoygo gotiye Emerîka û Kurd nikarin herêmên xwe ji DAIŞ’ê paqij bike.
Danûstandinên ji bo Kirîza Sûriyê
Prosesa Siyasî Têk Çû
Bi nêrîna min Rûsiya li vê derê xwe eşkere kir,yanî têkiliya xwe ya esasî bi DAIŞ’ê re ji cîhanê re ragîhand,bi awayekî zelal dibêje hûn nikarin bi DAIŞ’ê ê baş e tê wateyê ku piştgiriyek jêre heye û haya Rûsya ji wê piştgiriyê heye,Gelo Ev pirs ji Rûsyayê re ye kê Piştgiriyê DAIŞ’ê ye ?
Me nedîtiye heta niha ji gava dayikbûna DAIŞ’ê hêzên Rêjîmê yan jî Balafirên Rûsan ti baregeheke çekdarên DAIŞ’ê bombe kiriye.Tenê Rûsiya herêmên qaşo yên Oposizyona Sûriyê lê bi cih bûye bombe dike.
Baş e ger Rûsiya dixwaze prosesa siyasî li Sûriyê pêş bikeve çima li pey danûstandinan nakeve.
Wekî ku ez baş dizanim ku dê Rûsya tevliheviyekê derbixe ji ya Mehabadê mezintir da ti statûyekî kurdî li ber çavên xwe nebîne.
Di 30’ê Mijdarê de carda li paytexta Kazaxistanê Astanayê gereke nû ji danûstandinên Astanayê pêk hat.
Bêyî nûnerekî jî ji gelê Sûriyê beşdar bibe,Rûsiya,Tirkiyê û Îranê ser hin xalan li hev kirin yek jê ew bû ku Idlibê û mijarên cihê nîqaşê mîna Efrînê di bin serweriya wan de bimîne.
Astanayê mîna yên beriya xwe bê encam bû.
29-30’ê mijdarê di rojên xwe Astayayê dihat lidar xistin ser xaka Rojava-Bakurê Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê Hevdîtina Sûrî-Sûrî pêk hat,çi qas piştgiriya navdewletî jêre tine bû jî,lê dikarîbû nexşerêyên ji bo çareseriyê pêşkêş bike.
Kurd
Pêvajoya Serdema Nû
Di heman demê de mirov dikar bibêje Kurd êdî piştî ev qas lîstokan bi ser hişê xwe de hatine û baş li vê qonaxê meyze dikin.
Yanî hewil tê dayîn hêzeke niştimanî ya hevbeş were ava kirin..
Belam hinek pirsgirêkên navxwe hene,bê kî serdar û rêzanê vê qonaxê be.
Kurd hêdî hêdî ji kêşeya DAIŞ’ê bi dawî dibin,lê rastiya kelema dûr-jihevûna partiyên siyasî tê.
Yekîtiya Kurdan vê yekê misoger dike..
Ya girîng em berjewendiyên stratejîk ên gelê Kurd di ser berjewendiyên take-kesî,partîtî û malbatî de bibînin
Yekîtî bi xwestek û siloganan pêk nayê, Kurd pêdiviya wan bi yekîtiyê heye.
Bê guman kilîta vê yekîtiyê lidarxistina kongreyeke neteweyî Kurdistanî ye, lidarxistina vê kongreyê gaveke dîrokî û serdemî ji gelê Kurd re.
Divê hemû partiyên kurdistanî li hemû aliyên kurdistanê nakokiyên xwe deyinin aliyekî û ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê nexşerêyekê amade bikin.
Dewletên ku bi sedên salan nakokiyên wan hebûn, di mijara doza Kurd de bûne yek…
Divê Kurd jî di mijara doza xwe de yek dest bin û li dijî neyarên xwe serî netewînin.
Ji bo cî be cî-kirina mafên rewa yên gelê kurd ev yekîtî armanca herî pîroz û bi nirx e.
Kurd di vê serdemê de pir arguman di dest wan de heye ku neyar parçebûna wan û staylê wan yê jiyan dîzayin kiriye.
Yekîtî û hevrêziya Kurdan misogeriya sereke ye ji bo peydakirina mafê Kurd ên rewa, ev yekîtî divê bibe armanca herî girîng û pîroz ku rewşenbîr,nivîskar û xudan wijdanên zindî ji bo wê tekoşîn û xebatê bikin, û hevrêziya Kurdan ava bikin, Kurd pir hewcedarî hevrêziyê ne, ji ber ku ew di bin dagirkeriyê de ne.
Her wisa Gelên Bakur,Başûr,Rojhilat û Rojava gereke di wê ferqê de bin ku bêyî yekîtiya gelê kurd ne mumkine ew kêşeyên navxwe çareser bibin