Kurd bi hemû şêwaz û rengan xwe dighînin biyaniyan, derhênerê navdar ê Kurd Hîşam Zaman di berdewamiya çêkirina filmên kurt û dirêj de jîn û jiyara Kurdan nîşanî biyaniyan dide, vê hefteyê jî ewê bi filmê (Der Junge SIYAR) sînema Elmanya bihejîne.
Doh 07.09 li Stuttgart hat nîşandan û îro jî li Hamburg ‘3001 Kino Schanzenstraße 75 im Hof’ wê Premiere a filmê Siyar were nîşandan, û rojên bên jî wê li gelek bajarên Elmanya were nîşan dan.
Derhênerê Film bi rêya BasNewsê daxwaz ji revenda Kurd a li Elmanyayê kir ku beşdarî Premiere a Film bibin û piştevaniya wî bikin.
Filmê ku Zaman liser xortê kurd Siyar çêkiriye, qala jiyana zehmet a Siyar û malbata wî dike, Siyar kesê herî mezin ê malbata xwe ye di şeva dawetê de xwîşka wî Nesrîn winda dibe, ew li xwîşka xwe digere, ew hewl dide û ji bo dîtian wê tê Ewropa.
Siyar (Tahir Abdulah Tahir) xortekî Kurdê Başûr e, aktorê serekî yê film e û Film ji derhênana Hîşam Zaman û serpereştiya derhênerê navdar Memed Aktaş e, di çendîn festîvalan de hatiye nîşandan, niha jî di salonên sînemayê de li Elmanyayê digere
basnews