Şervanên Ketîbeya Melikî Tawis a Kurdên Êzdî bi mebesta kontrolkirin û derxistina navçe û gundên devera Şingalê ji destê DAİŞ’ê dest bi êrîşan kirin.
Fermandeyê Ketîbeya Melikî Tawis Xeyrî Şingalî ragehand ku ji bo kontrolkirin û derxistin wan gund û navçeyên derdora qezaya Şingalê ji destê çekdarên DAİŞ’ê, dest bi êrîşan kirine û heta navçeyên xwe kontrol nekin ranawestin.
Şingalî da zanîn ku niha şervanên Ketîbeya Melikî Tawis bi tevahî li ser çiyayê Şingalê wek grûp belav bûne. Şingalî got ku di encama van êrîşan de Ketîbeya wan kariye hinek nehyeyên Sune ên nêzîkê qezaya Şingalê kontrol bikin û dê êrîşên wan jî berdewam bin.
Li gor Şingalî, şervanên Ketîbeya Melikî Tawis li navçeya Bare ku 35 kîlometre dikeve bakurê rojavayê Şingalê, êrîşî çekdarên DAİŞ’ê kirine û karîne otomobîlekê têkbişkînin ku 6 çekdarên DAİŞ’ê têde bûne.
BasNews (Mûsil)