Sêv kaniya (xizîna-gencîne) enerjî û depoya vîtamîna ye. bi taybet jibo kesên sporker fêkîyek herî bikêr e. Di dinê de 6000 cûreyên wê hene. Fêkîyek ku di dinê de herî zêde çandinîya wê tê kirin û tê xwarin e.
Têdahî: Tanen, asîdên organîk, cûreyên şekiran, silisyûm, asin, fosfor, filor vitamîn A- B1- B2- B6- B5, PP, B9 C- E, manganez, gûd (kukurt ) lîf.
Li gor pisporan Sêv kana enerjî û depoya vîtamîna ye. Xasma jibo kesên ku karên giran û sporê dikin û gelek enerjîyê serf dikin, xureyek bêhempa ye. Kesê rojê sêvekê bixwe rastî kêm nexweşîyan tê, yê du sêvan bixwe muhtacîya wan jibo doxtoran namîne. Mirovên tenduristîya wan li cih e, dikare rojê heta sê sêvan bixwe.
Prof. Dr. Dîter Treuetter dibê: “Madeya di nava sêvê de ya bi navê flafoniod, pêşîya radîkalên serbest yên dibin sedema penceşêrê digire. Sêvek geheştî jibo siheta mirovan wek seroma xwînê xwedî mîneral û elektirolitran e. Bi gotinek din ava sêvê wek ava xwînê bi nirx û qîmet e. Kesên 8 hefteyan li ser hev rojê 6 sêvan bixwin, wê ji rûnên nava xwînê û kolestirolan bifilitin û bibin xwedîyê beden û xwînek îdeal.. Lê di xwarina sêvan de sêvên kesk û zer tercîh bikin ji ber ku mîneralên di nava sêvên zer û kesk de ducar bi qasî sêvên sor in. Anku, her sêvek kesk bedela du sêvên sor in. Sêv zêhnê zaroyên ku diçin mekteban vedike, jinên ku dikevin meneposmayê û acizahîyên ruhî bi wan re çêdibin, heke rojê 4 sêvan bixwin wê % 40 ji wê rewşê bifilitin”.
Kêrhatî:
Hiş (zêhnê) vedike.
Xwînê paqij dike.
Berxwedana bedenê bi hêz dike.
Têhnîbûnê dişkêne (dibire-dibe).
Qelewan jar (zeîf) dike.
Xelihîna (dilborîn) jinên dûgîyan (pêgiran-hemil) dibire.
Şekirê xwînê digire bin qontirolê.
Ji xweşbûna nexweşîyên gût û bawîbûnê re dibe alîkar.
Ketina parazîtên nava rûvîkan pêk tîne.
Li hember penceşêra mêlak, (kezeb-cerg) rûvikên stûr, kefesa sing, xwedî bandorek hêja ye.
xwînê çêdike.
Sîstema (rista) xweragirîyê bi hêz dike.
Jibo dilkut, bêhntengî, brînên aşik û fatereşkê bandorek erînî nîşan dide.
Ciwan dihêle û çerm xweşik dike.
Agir dadixe.
Heke piştî xwarinan bê xwarin, diranan paqij dike.
xenedan