Desthilatdarên Çînê nêzîkî 5000 kûçikên beredayî li yek bajarî kuştin û eve jî piştî wê yekê hat ku bi derdê kûçikan çend kes mirine.
Li gor ajansa Şînxwa a Çînî belav kiriye ku, desthilatdarên bajaroka Bawşan a li başûrê herêma Yunan, 4900 kûçik kuştine û nêzîkî 100.000 kûçikên din jî derzî kirine, ev kampanya hanê jî weku tevdîr jib o belav nebûna nexweşiya kûçikan hatiye girtin ku di meha tîrmeh û tebaxa îsal de 4 kesan ji ber nexweşiya kûçikan jiyan ji dest dane.
Hêjayî gotinê ye ku nexweşiya kûçikan di pênc salên dawî de gelekî kêm bûne.
PUKmedia/CNN