Berpirsê Ragehandina Liqa 14 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê, Seîd Memûzînî ragehand ku li gundekî sînorê Zumar, Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê goreke bikom a Kurdên Êzdî dîtine.
Seîd Memûzînî ji BasNewsê re got: ‘’Doh di navbera gundê Berdiye û Berzankê yên ser bi nehya Zumar, Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê termê 35 kesan dîtin ku ji zarok, ciwan û pîran pêk tên, piştî çekdarên DAİŞ’ê wan gulebaran dikin bikom hatine veşartine.’
Memûzînî wiha axifî: ‘’Hemû termên nav gora bikom, cihê guleyan bi laşê wan ve diyar e û Kurdên Êzdî yên sînorê Şingal û Zumar in.’‘
Piştî ku çekdarên DAİŞ’ê di 3’ê Tebaxê de ketin Şingalê, bi hezaran Kurdên Êzdî koçber bûn û gelek ji wan jî ketin destê çekdarên DAİŞ’ê û bikom hatin kuştin. Herwiha gelek keç û jinên Kurd ên Êzdî jî hatin revandin û heta niha di destê DAİŞ’ê de ne.
BasNews (Mûsil)