Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Berhem Salih di beyannameyekê de nîgeraniya xwe li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê tîne ziman û behsa cudahiya çar sal berî niha ya tevgera İraqê ligel Kurdan dike.
Beyannameya Dr. Berhem Salih wiha ye:
Çar sal berî niha, Şîe, Sune, Amerîka, Îran û Neteweyên Yekbûyî, dihatin Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û dixwestin Kurd destpêşxeriyê bikin bo pêkanîna hikûmeta İraqê. Lê belê doh civîna Parlamentoya İraqê bo baweriyê bide hikûmeta Heyder Ebadî bêyî amadebûna nûnerên Kurd û çaverêkirina bersiva serkirdayetiya Kurdan ku di wê demê de hê di civînê de bûn û biryara dawî nedabûn ku beşdarî hikûmetê nû ya İraqê bibin dest pê kir.
Cudahiya navbera dîmenên çar sal berê û doh metirsîdar e û pirsyarên girîng li xwe digire li ser araste û şêwazaê îdareya me ya siyasî. Em çi karê rasterast bikin bo serxwebûnê, ku mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye, çi bo parastina pêgeh û wezana xwe di hevkêşeyên nav İraq û navçeyê de bikin, pêdiviya me bi helwêstekî rastgo ye li ser proseya biryara siyasî û îdarekirina rewşan. Pirsgirêkên nav mala Kurd ku ketine ser hev wiha kiriye ku pêgeha Kurdan sist bibe, bi taybetî lerzokiya jiyan û kasibiya hevwelatiyan û aboriya welat, metirsiyên ewlekariyê û kêşeyên bingehîn ên pêkhateya Pêşmerge ku nebûye saziyeke niştimanî ya qeyîm û pirçek û yekgirtî, herwiha paşguhxistina hevkêşeyên navçeyê û hevsengiya peywendiyên me ligel cîran û welatên bihêz, îhmalkirina İraq, girîngînedana Bexdayê wek sengerê pêş ê parastinê li ewlekarî û jiyana xelkê Kurdistanê, bêguman hejmarek sedemên din ên girîng û bi bandor hene ku divê li ser wan rawestin…
Bêguman berhevkirina Kurdistana îro ligel rabirdû, berhevkirin ligel derdorê, serkeftin û pêşketinên mezin bidest xistine, lê belê bila haya me ji kêşe û astengên li pêşiya me hebe. Serpêhatiya doh êvarê, lê divê cudahiya dîmenên navbera çar salên borî û niha, me şiyar bike bo rêkxistina nav mala xwe û bihêzkirina dezgahên rewa yên Kurdistanê, peyrewkirina derfetên yeksan bo hevwelatiyan ne ne xizm û xizimkarî û torpîl, pêdeçûna proseya biryardanê bo berjewendiya gel û parastina niştiman.
BasNews (Silêmanî)