BÛYERPRESS
Dildarê Mîdî
Serê sibehê Heseno ji xew rabû , taştiya xwe xwar û çû qantirê xwe ji koxê deranî û barê xwe yê genim li ser pişta wî kir,da ku bibe aş ji kufletê xwe re bihêre .
Di wê demê de , Helîmê jî cîrana wî bû heme ji wêde hat û got :
Kekê Hesen ez di bextê te û xwedê de me , bê guman tu diçe aş tu karibe min jî bi xwere bibe , çimkî ez dayika sêwiya me û ez pîrekim darê şikestîme , wekî tu dizanî kesî min tune ye û ez bi tena xwe jî nikarim herim , tu dizanê ku diz u muxlacî û eşqiya hene dê bikevin rêya min û arvankê min ji min bistînin , yan jî gur , teba , wê kerka min bikujin wê demê serê zarokê min tê birîn û em dê li Erdê bê mihwar bimînin .
Heseno nemerdî ne kir û got :
Li ser herdu çavan xuha min , bi lez xwe amede bike ez li benda te me .
Jinikê li bayê bezê arvanê xwe avête li ser pişta kerê û da kêleka Heseno û bi rê ketin , rê jî dûr bû , qasekî meşiyan dîtina dîtin , heme ji nişka ve singa wan û cotek gurên har li hev rast hatin .
Heme di cî de Heseno yek nekir dido got himha xwe avête pişt kevirekî û ne him û ne gum .
Lê Helîmê qet kêmasî nekir , heme bi qîjan , daran û keviran pineha navserê guran û kera xwe ji nav lepên wan xelas kir .
Lê herdu guran bi hevdure êrîş birin ser qantirê Heseno , qantirê wî kuştin û reviyan .
Helîmê li Heseno zîvirî û got :
Herambê kekê Hesen , te qet li ber xwe ne da û tu deng ji te nehatî .
Heseno li Helîmê vegerand û got :
Bi xwedê cîrana Helîmê , eger te zexelî ne kirbaya teyê qantirê min jî , ji nav lepên guran rizgar bikra …!!!!
Ev Gotar di Rojnameya Bûyerpress Hêjmara 85’an de hatiye weşandin