BÛYERPRESS
29’emîn Festîval Filman a Stockholmê bi pêşandana Filman berdewam dike.
Yek ji Filmên ku bala Ragîhandina Siwêdî kişandiye Filmê Keçên Rojê ye.
Ev Film berhema derhêner Eva Hûsson e û li Gurcîstanê hatiye kişandin.
Naveroka vî Filmî behsa berxwedana û têkoşîna jina Kurd li dijî çekdarên DAIŞ’ê ye.
Aktora navdar a Îranê Gulşîfte Ferhanî rola sereke di film de dilîze.
Çîroka vê Filmî di rêya Jineke Rojnamevan a Fransî ve hatiye vegotin..
Akterê bi nave Zîrek ku di vî filmî de rola fermandarekî Pêşmerge dilîze,beriya niha bi cil û bergên xwe tevlî Festîvala Cannesê bibû.
Her wiha Aktora Faris Behî Cenetî Eta rola Parlmentera Krud Viyan Dexîl dilîze..
Û bi giriyê xwe bala cîhanê kişand ser Felaketa Şengalê.
Di Festîvala Cannesê de Golshifteh Farahanî ku rola Mon Roj di Filmê Keçên rojê dilîzet xelata başitirîn akter wergirtibû.
16’ê Îlona 2018’an heman film li Festîvala Navdewletî ya Filman li Silêmaniyê hatibû pêşandan.
Tê payîn ku festival 12 rojan dewam bike û ev film 3’ê caran were pêşandan.
Ev Nivîs di Rojnameya Bûyerpress’ê Hêjmara 85’an de hatiye weşandin