Mihmed Xoşevî (BasNews)– Îro, 4ê Îlûnê, dê balafireke helgira alîkariyên leşkerî ji welatê Elmanyayê bigihe Herêma Kurdistanê.
Berdevka wezaret bergirî ya Elmanyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku, dê barek ji kelûpelên leşkerîn wek alîkariyekê ji welatê wê bigihe Herêma Kurdistanê.
Di destpêka vê hefteyê de Parlementoya Elmanyayê proje biryarek derbarê şandina alîkariyên leşkerî bo Pêşmergeyên Kurdistanê pesend kiribû.
Li gor daxuyaniyê, di paşerojek nêzîk dê wê Elmanya çek û teqemeniyan jî bişîne ji Pêşmergeyên Kurdisanê re û dê li Elmanyayê pêşmergeyan li ser çawaniya bikar anîna wan çekan perwerde bike.
Ew kelûpelên leşkerî dê destpêkê bi Bexdayê bên şandin û ji wê der dê ber bi Hewlêrê ve bên veguhstine da radestî Hêzên Pêşmerge bên kirin.
Li gor daxuyaniyê, ew kelûpelên leşkerî yên ji Elmanyayê bên şanidn evin: 4 hezar parçe çek ji corê G3, 1 milyon gulle, 4 hezar demançe ji vorê P1, 5 hezar bombeyên dest û 50 otombîlên leşkerî.
basnews