Li ser daxwaza kenîseya Keldanî li Qahîrê paytexta Misrê bi hevkariya kenîseyên li Misrê alîkarî bo penaberên Êraqî ku bi sedhezarane tê şandin.
Her weha li ser wê bangewaziyê kenîseya Sant Fatîme a misra nû, kenîseya Kîls Balkorbe jibo komkirina xwurak û derman û cilan bo birayên xwe ên Êraqî dest bi xebata xwe kirin.
Birêvebirê nûsîngeha rojnamevanî ya kenîseya Kasolîk bav Refîq Cirêş teqez div ê derbarê de teqez kir ku karwanê alîkariyan ku her sê kenîseyan bo alîkariya gelê Êraqê îro 4/9/2014 li ser rêya Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê ne.
Bav Refîq Cirêş diyar kir ku ew karwanên alîkariyê ji keresteyên xwurak û cil û dermanan bi qasî 70 tenî ye pêk tê bo alîkariya mesîhiyan û Ezîdiyan û kêm netew û olên din ên li Êraqê ye ku li ser destê rêxistina ddewleta îslamî li êraq û Şam DAIŞ koçberî Herêma Kurdistanê bûne ye.
PUKmedia/Îbrahîm Mihemed Şerîf- Qahîre