Armanc Agîd Nêrweyî (Berlîn): Dema Hefteyekê ye şeş şanogerên Silêmaniyê hatine Berlîn ji bo pêşandana şanoyekê bi navê ‘Bêhtir bibîne… hizir bike.’ Di çarçoveya bernameya Saziya Hemahengiya Veguhestina Çandê di navbera Elmanya û Kurdistanê de û bi alîkariya Mala Şanoya Mitte bi delegasiyoneke ji şeş kesan li Berlînê ne.
Derhênerê Şanoyê Rewend Hawrê liser hatina wan û bernameyên xwe ji BasNewsê re axifî û got: ‘Em liser daxwaza Saziya Veguhestina Çandê di Navbera Kurdistan û Elmanyayê de hatine Berlînê. Em dê şanoya xwe rojên Pêncşemê û Înê di salona Mala Şanoya Kreuzbergê de pêşan bidin.’
Sefîn Enwer Şukrî Ekterê Şanoyê bi rêya BasNewsê daxwaz ji revenda Kurd a li Berlîn û derdora wê kir ku di rojên pêşandana şanoya wan de amade bin û diyar kir ku wan beriya niha jî çend çalakiyên wiha li Berlîn encam da ne, lê ev çalakiya vê carê bi zimanekî ye ku Elman zêdetir tê bigihin û nêzîkbûneka din di navbera Kurd û Elmanan de çêbibe.
Hêjayô gotinê ye şanoya ‘Bêhtir bibîne… hizir bike’, ji derhênana Rewend Hawrê, ji Niwandina Sefîn Enwer Şukrî û Ekteriya Ejîn Heme Nurî, Rêbîn Sedîq, Hêmin Newzad û Rastgo Behaedîn e. Wê rojên Pêncşembî 04.09 û Înî 05.09 di salona Mala Şanoya Theater Auhbau Kreuzberg de were pêşandan.
basnews