Firat Kelehkî (Dihok): ‘’Guharên guhê me birin, zilm û eziyet dan me, keçikên ciwan ji ber sînga dayîkên wan derdixistin û birin, hinek firotin û hinek li xwe mehr kirin, kes nizane çi bi serê wan keçan hat’‘, evna gotina jina Kurda Êzdî Canê (26) ye ku ji aliyê DAİŞ’ê ve hatibû revandin û niha gehiştiye malbata xwe.
Canê ku nêzîka mehekê ligel du kurikên xwe li ba DAİŞ’ê girtî ma, piştre ji aliyê kesekî ve ligel jineke din ku 4 zarokên wê jî pêre bûne tên kirîn û wan dighîne Kerkûkê û rizgar dibin. Canê piştî girtina Şingalê ji aliyê DAİŞ’ê ve wek sedan jinên din ligel du kurikên xwe hatibû revandin. Bi gotina Canê, wan xwe sipartin kirîvên xwe yên xwînê û kirîvan jî ew radestî DAİŞ’ê kirin ku Erebên Sune bûn.
Canê niha li kampa Zaxo ligel sê zarok û hevserê xwe dimîne, ku kampeke demkî ye û raserî Pira Delal e. Canê ku nexwest wêneyên wê bên belav kirin û girtin, ji BasNewsê re got: ‘’Xwedê neyîne serê tu kesî, me bawer nedikir ku Xwedê jî me rizgar bike, lê baş bû kesekî em gihandin Kerkûkê û got vaye hun gehiştin Kurdistanê û tiştek nema.’‘
Canê ji BasNewsê re behsa çîroka revandina xwe kir û wiha axifî: ‘’Dema DAİŞ ket Şingalê wek gundiyên Sîbaşêxê me xwe spart kirîvên xwe, piştre jin û zarok em di otomobîlên DAİŞ’ê de bûn û hevserê min û zilamên din jî li pey me bûn, lê piştre em nizanin çi çêbû, şer derket û em ji hev qetiyan, em birin Şingalê, şevekê em li wir man û piştre em birin Telefer û 4 rojan li wir man, ji wir jî bi otobusan em birin girtîgeha Badûşê ya Mûsilê û ku bi sedan keç û jin têde bûn.’‘
Canê da zanîn ku 18 rojan li girtîgeha Badûşê mane û piştre ew birine Tilefer dibistan Zahîr û wiha pêde çû: ‘’Ji wir 300 keç ji ber sîngên dayîkên wan bi zorê derxistin û birin Mûsilê. Zarokên kur jî yên ku hinekî temenê wan mezin bû dibirin nav xwe, min cilên keçikan li kurê xwe yê mezin kirin daku wî nebin, eger na dê ew jî biribana. Çekdarên DAİŞ’ê ji dayîkên keçikan re digotin ku ew dê her keçekê bi 600 dolarî bifroşin, êdî dibirin û kes nizane çi li wan dihat.’‘
Canê tekez kir ku heta niha di nav girtiyan de zilam û jinên pîr jî hene û di rewşeke xirab de dijîn. Canê got ku piştî çend rojan li Telefer mane, ew û hevala wê dane malekê ku 4 zarok bi wê re jî bûne û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Xwiya bû wê malê em kirîbûn, lê me nizanîbû mesele çiye, em li otomobîlekê siwar kirin û gelekî bi rêde man, dawî yê şofêr got ku hun gehiştin Kerkûkê û rizgar bûn, em ji otomobîlê peya bûne û qederekî bi piyan meşiyan heta gehiştin bazgeha Pêşmergeyan.’‘
Li ser pirsa gelo li bazgeha Pêşmergeyan tu lêkolîn ligel we nehatiye kirin? Canê wiha bersiv da: ‘’Me qala çîroka xwe ji wan re nekir, tenê me got em Êzdî ne û wan jî em berdan, ya rast me nema dizanî çi bikin, loma me behsa çîroka xwe nekir.’‘ Canê tekez kir ku her çi tiştekî xirab heye çekdarên DAİŞ’ê bi wan jin û kal û pîr û keçan dikirin û zêdetir nexwest biaxife.
Canê dema qala tiştên wê yên ku jê hatine standin kir, rondik ji çavên wê bariyan û axaftina xwe wiha qedand: ‘‘Guharên guhê me birin, zilm û eziyet dan me, keçikên ciwan ji ber sînga dayîkên wan derdixistin û birin, hinek firotin û hinek li xwe mehr kirin, kes nizane çi bi serê wan keçan hat.’‘
basnews