Li Amedê bi serpereştiya wezareta xurek, çandinî û ajalvaniyê a Tirkiyê her sal di meha îlonê de “Festivala Zebeş û Çandê” tê lidarxistin. Ji bo zebeşên ku dê di festivalê de bikevin pêşbaziyê, pêşhilbijartin tên kirin.
Ji bo nasandina zebeşên Amedê yên ku di rabirdûyê de bi deveyan dikişandin û bi şûran dihatin parçekirin festival tê lidarxistin. Zebeşên ku dê di çarçoveya festivalê de bikevin pêşbaziyê tînin Saziya Goşt û Masiyan a Amedê.
Zebeşên ku giraniya wan di navbera 40 û 62 kîlogramê de diguherin, bi zorî tên kişandin. Muamelaya pîvana zebeşan di bin çavdêriya cotyar û rayedaran de bi hesasiyeteke mezin tê kirin.
Îsal dê 150 cotyar beşdarî pêşbaziyê bibin û dê ji du pêşhilbijartinan derbas bibin.
Cotyar Mehmet Atli ji ajansa Anadolê re diyar ki ku zebeş li her axê ev qas mezin nabe. Zebeş di axa necotkirî û neavdayî de mezin dibe û wiha got: “Em gubreya kevok û kurmikan li zeviyên zebeşan dikin. Em zebeşên xwe her sal li eraziyekî nû diçînin. Em analîza axê dikin û zeviyên cotnekirî dibînin û her sal li gundên cuda zebeşan datînin. Par giraniya zebeşan 49 kîlogram bû îsal giraniya wan derket 60 kîlogramê. Em her sal hedefa xwe mezin dikin.”
PUKmedia/AA