Ehmed Mustefa
Di xeyala de difirim
Li dunyayê digerim
Digerim li welatekî
Lê welatekî kuştî dibînim
Dibînim buharek xweş e
Di nav gulan de rûdinim
Dengê bilbila dibihîsim
Lê bayê bêhna gulan
dibêjim mizgîn e
***
Difirim li asimanê jor
Êstêrekan dijmêrim
Naxwezim şiyar bibim
Dixwazim xewnên xwe
pêk bînim…
Ev helbest di rojnameya bûyerpress hejmara (3) yan de hatiye weşandin..