Çîmen Adi Elî
Were hevalê min
were ba min
Xerîbî bi hevaltiyê hinekî
hesan dibe..
Were em bistrênin
Sitran hundirê mirov hedar dike…
Bendewariyê dikuje….
Were…
diya min hinek kulîçe bo min şandiye
Were em bîranînan vegerînin..
Û keserên westiyayî ji sînga xwe derînin..
Me zanî welat çi ye
Û me xweş zanî penaberî çi ye…
Lêêêê zarokên me wê çi zanibin?
Tenê bîranînên t`al….
Û sawirên seqet wê di hişên wan de bihejin
Wê bimînin biyanî wê bimînin mêhvan.