Xunav kano
Şingal im…
Çiya û lat im…
Karwana qurbaniyê me..
Misilmanên xwîn mij min ji xaka min talan kirin …
Û cilên min ên sipî bi rengê aştî û şehristaniyê qetandin…
Çavê zariyên min giriyandin…
Bi şûreke genî û bêbext ez revandim…
Şingal im…
Ahora û Avista û Zeredeşt u Laleş im..
Goreke bêkes û li merqeda xwe bi jar û xemgîniya xwe
her ez zindî me…
Bi berf û payebûna serê Sincara xwe her ez Kurd im…
Bi lingên pînekirî li biyabanên diniyê digerim
Belkî ez şopekê ji ciwanên xwe yên serjêkirî bibînim…
Û bi lagireke bi dengên birîndar ser canê wan bistirêm…
Û bi guliyên xwe yên belawelakirî ber xwe didim…
Ji bo aveke ji welatê xwe yê mîna porê min belawelekirî ye vexwim..
Şingal im..
Li vir ez dikoşim…
Piskên xwe sor dikim…Û Ji bo parastina we diyarî dikim…
Niha Nêrgiz, Şilêr û Hîro…
Axa Reqa û Mûsilê rengîn dikin…
Vaye şikeftên me yên kûr bi ronahiya momên Êzîdiyê pêşwaziya me dikin..
Vaye dîsa zarokên me ji zarok û jiyanê bixwas dimînin…
Şingal im…