Dilawerê Zengî
Li welatê rojê
Li delava Derya Sipî
Li welatekî kuştî
Li çiyayê gurandî
Li deşt û nehêlên darvekirî
Li ser hilma xwîna kizirî
Min şopa xewna xwe ajot…
Li Rojhilat
Heyva çarde me..
Rêvingên riya birîndar
Ez û pênivîs û qetek nan.
Di dilê şevê de
Di cegera asîman de
Di rêkên herifandî de
Bi gavên xweyî razayî
Li ber dîwarekî bê guh
Min pênivîsa xwe şiyar kir.
Kerwanek ji stêran
Neynika xewnên min şikandin.
Çûkên ramanên min firandin.
Di çavê şeva kor de
Bi xewnên pêçayî,
Dilbijandina pênivîsê
Talan kirim..
Wêran kirim..
Lê, min şop ajot…
Ez û pênivîsa xwe
Bi refên kul û derdan
Bi xiştexişta pênivîsê û
kirtekirta nanê tisî
Bi gavên birîndar
Bi zimanekî bê giyan
Ji salên bê demsal
Darbesta demên beravêtî
Li milên miriyan bar kirin..û
Min şop ajot…
Şev û roj li me bûn hêlan..
Di quncikên kit kita çerxê
Movikên demê digurînin..
Li deşta Mêrdînê
Li ber dêmên gula berberoj
Pencên rojê yên qemirî
Li ber sîka bê ken
Agirê sar û westiyayî
Çemên dîl û giriftar
Li deşta leylan û awêze
Bi pêlava xewnên pênivîsa xwe
Min şop ajot…
Homanên xêrnexwaz
Di qoqê kewênêr de
Hêlînek belav kirin.
Di gerîneka çavan de
Şopa xwînê gerandin.
Li ber seqema hewesa min
fenera dilê xwe vêxistin.
Li ber pencera demên min
Bêndera demên xwe gêrandin.
Li ser baskên xewnên min
Hêviyên xwe veçirandin.
Li ber deşta ramanên min
Dehl û zeviyên xwe şînkirin.
Li ber germbûna devê birînên min
Termên hêsrên xwe ziwa kirin.
Li ber saza ahînên xwîna min
Peyala meyê gerandin.
Û li ber çingîna peyalan
Min şop ajot…
Di gerînoka mişextiyê
Di şevînên qetiyayî
Di awêza awareyî
Li çiyayê gerdenazad
Ji girêbend û lalên zingerbûyî
Kewênêr bi azatî azad bûn… .
Bi qebqebeke nû..
Bi dilekî aza..
Bilûra xwe saz kirin..
Û bi xwe re..
Mizgîniya maçîkirina heyvê anîn..
Ev helbest di rojnameya bûyerpress hejmara (3) yan de hatiye weşandin..