Xalid Umer
Mesaul xeyrî xanê min
Tuwî rûh û rewa canî
Vebestij, pertewa tûrê
Ji lew mayî tu nûranî
Dema şewqa te îsabû
Suheyl girya li kîwanî
Rehêlî tul, seqa ristan
Mij û mo rin tu baran î
Ji ristên te dibarînin
Dilopên şîr û şêranî
Ji lew îro meges teb´im
Li ser şaxê te min danî
………………………………….
Mesaul xeyrî xanê min
Li ser şaxê te dildar im
Bi tîrên çeşmeyên mexmûr
Ji nîva dil birîndar im
Di mihra tey nepen dîlber
Lepên bêrya te ez xwarim
Seraser ez hevotim lew
Hezar perçew, hezar par im
Ji sînê dil firî îro
Li ezmanê te reftar im
…………………………….
Mesaul xeyrî xanê min
Dilê min sed keser tê da
Dirêsim deftera işqê
Ji qabê ber bi qabê da
Hewil danên gihiştna yar
Hemî winbûn di ber bêda
Ku bageştên mi tên xwarê
Di hev wertêm di avê da
Mesaul xeyrî xanê min
Dilê min sed keser tê da