– ARTA FM ne radyoyeke Kurdan e…
– Rêvebiriya Xweser ji karê xwe ne razî ye. Û nikare xwe bi zorê bide qebûlkirin.
– Min vîdyoyên Serhildana Qamişlo 2004an nefirotine ti kesî. Tenê …
– Ciwan Ferso mirovek ne rast bû, dadgeh bû û hate cezakirin.
– Xebata ragihandina Kurdî di bûyerên Şingalê de nuqteyeke reş e.
– Ger siyasî û leşker destên xwe nexin nav karê me de, wê rewşa me baş be.
– Silêmaniyê paytexta rewşenbîriyê ye,li Hewlêrê çanda eşîrtiyê serdest e.
– Ta niha dora Sêsed û Pêncî hezar Dollar li ARTA hatine xerckirin.
Hevpeyvîn: Qadir Egîd
– Di destpêkê de kurtejiyana Sîrwan H. Berko.
Ez 37-salî me. Di 13-saliya xwe ligel malbata xwe koçberî Elmanyayê bûm. Zewicî me û kurek min heye.
– We kengî dest bi karê rojnamegeriyê kir?
Min di sala 2000î de Malpera Amûdê damezirand. Hingî ez 23-salî bûm. Amûdê yekemîn malpera kurdî bû ji bo Kurdên li Sûriyê. Di sala 2005an de min di radyoya Elmanî ya fermî WDR de dest bi xebata radyoyê kir. Hingî xebata min ji bo “Bernameya Kurdî” bû. Pişt re min ji bo bernameyên Elmanî û gelek rojname û kovarên elmanî kar kir. Herweha min ji bo çend dezgehên ragihandinê li Herêma Kurdistanê kar kir. Min herweha wek rahênerê radyoyê kar kir û li Herêma Kurdistanê, Urdun, Tirkî û Sûriyê bêtirî 150 rojnamevan perwerde kirine.
– Tê nasîn ku tu yek ji wan kesên damzirênerên yekem ji dezgeha ragihandê ji bo Rojavayê Kurdistanê bû, ew kar çawe destpê kir, û hûn û kî bûn?
Ramana damezirandina radyoyekê di adara 2013an de bi min re çêbû. Radyoya ARTA FM di 6.7.2013an de li Amûdê dest bi weşanê kir. Ev yekemîn radyo ye li Sûriyê û Rojhilata Navîn ku bi Kurdî, Erebî û Suryanî bernameyan pêşkêş dike. Ji destpêkê ta niha ez serpiriştiya vî karî dikim. ARTA FM projeyeke rêxistina ARTA ji bo Ragihandin û Piştivaniyê ye. Ev rêxistin di nîsana 2013an de li Swêdê hatiye damezirandin û bi awayekî fermî qeyd kirin.
–We çawa serhildana Qamişlo di 2004an de şopand?
Min bûyerên li Qamişlo û bajarên din di Avdara 2004an de deqe bi deqe dişopandin. Hingî Malpera Amûdê roleke bingehîn di belavkirina nûçe û dîmenên wan bûyeran de lîst. Di rêya vê malperê re me karî bala raya giştî ya cîhanî bikişînin ser bûyerên li welêt.
– Dibêjin ku Sîrwan H.Berko parçeyên vîdiyoyî yê serhildanê firotin kenala Alcezîrê û BBC?
Ev gotin ne rast in. Bi alîkariya hin hevalên li Swêd, Nerwic û Brîtanyayê me karî dîmenên ji Qamişlo di televizyonên wan welatan de biweşînin. Min ti vîdyo nefirotineti kesî. Ev derew e. Tenê kanala ingilîzî “Channel 4” ji bo weşandina du vîdyoyan hinek pere şandin. Ew jî ji ber ku ew kanal berheman bê beramber naweşîne. Beşek ji wan pereyan giha xwediyê vîdyoyan li Qamişlo. Beşek din hingî li ser mesrefa Malpera Amûdê hat xerckirin. Li ser vê babetê min di 10.12.2004an de di Malpera Amûdê nivîsek weşand. Mirov dikare wê nivîsarê li vê derê bixwîne: http://goo.gl/0mHkxb. Şahidên van bûyeran hîn sax in.
– Dema Şoreş li Sûriyê pêket, we çi amdeyî ji derve jê re kir?
Ji ber ezmûna min di warê ragihandinê de min di vî warî de hin gav avêtin. Min ji pêşî de biryar stend ku ez tevlî siyaset û çalakiyên siyasî nebim. Ez rojnamevan im û dikarim di vî warî de bêtir alîkariyê bikim. Peywendiyên min ên berfireh bi alavên ragihandinê yên Elmanî hene. Min agahî didan rojnamevanan û gelek hevpeyvîn dan. Herweha min di malperekê de kar dikir, ku bi çar zimanan agahiyan li ser binpêkirinên mafên mirovan li dijî Kurdên li Sûriyê diweşîne.
– Pirojeya vekirina Radiyoya ARTA çawa di serê we de meya, kê alîkariya we dike, Xoşnav Têlo cihê wî tê de çî ye?
Tim xewna min bû ku li bajarê xwe Amûdê radyoyekê vekim. Bi destpêka şoreşa li Sûriyê min rola xwe bêtir di karê ragihandinê de dît. Dema firset çêbû, min yekser dest bi avakirina vê radyoyê kir. Dezgeheke Emerîkî û herweha dezgeheke Swêdî ji pêşî de alîkariya me dikin. Ta roja îroj alîkarî berdewam e. Me li Amûdê dest pê kir. Niha li Dêrikê, Qamişlo, Serê Kaniyê û Kobanî jî nivîsgehên me hene. Em weşana xwe li wan bajaran dikin. Ji bîst karmendan di destpêkê de niha dor heyştê karmendên ARTA FM çêbûne. Xweşnav Têlo serokê rêxistina ARTA ji bo Ragihandin û Piştivaniyê ye. Ew, Umer Şêxmûs û ez birêvebiriya vê dezgehê dikin. Endamên me li gelek welatên cîhanê hene.
– Çiqas pere ta niha li ARTAFM çûne?
Ev çardeh meh in ku ARTA FM weşanê dike. Ji destpêkê heta niha dora sêsed û pêncîhezar Dollar hatine xerckirin.
–Çima rojnamevan Ciwan Ferso ji ARTAFM derket û şerê we kir..?
Em heta îroj nizanin çima wî şerê me kir. Ew mirovek ne rast bû, ne bi xwe re, ne bidostên xwe re, ne bi me re. Wî ji bilî derewan tiştek negot. Me li cem Dadgeha Gel li Amûdê li wî gilî kir. Wî nekarî idîayên xwe isbat bike. Û ne yekê ji wan! Ji ber vê yekê dadgehê ew ceza kir. Ji bo me giring e ku her kes nikaribe derew û bêbextiyan di internêtê de belav bike, bêyî ku bê cezakirin. Baweriya me bi qanûn û dadgehan heye. Dadgehê gotina xwe got. Ji me re mesele bi dawî hat.
– Gelek guhdarên we dibêjin ku zimanê Kurdî di ARTAFM de, qels û lawaz e, gello pispor di nav we de tune ne?
Em tucarî îdîa nakin ku hertiştê em di ARTA FM de dikin, rast û paqij e. Em hewil didin karê baş pêşkêş bikin. Kesên ku di ARTA FM de kar dikin, berî niha ev kar nekiribûn. Piraniya wan di karê xwe de fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûn. Ji me re ne giring e ku ji destpêkê de her tişt wek zêr bibriqîne. Ji me re giring e ku keç û xortên devera me fêrî kar bibin. Roj bi roj pêşketin heye. Em niha bingeha ji bo sibe datînin. Bêyî şaşitiyan mirov fêr nabe. ARTA FM dibistaneke ji bo fêrbûnê ye.
–Te li Kurdistanê carekê gotiye, Hewlêr cihê beg û axatiyê ye, Silêmaniyê cihê rewşenbîriyê ye, çima?
Nayê bîra min kengî min ev gotiye. Lê her kes dizane ku Silêmaniyê paytextarewşenbîriyê ye li Herêma Kurdistanê. Li Hewlêrê çanda eşîrtiyê serdest e. Ez nabêjim ku ev baş e yan xerab e. Lê ev rastî ye.
– Hûn çawa rojnamegeriya Kurdistanî dinerxînin, nexasim di bûyera Şengalê de.
Xebata ragihandinê ya Kurdî di bûyerên Şingalê de nuqteyeke reş a mezin bû didîroka rojnamevaniya Kurdî de. Min di ti alavên ragihandinê yên kurdî de nedît ku rêz li welatiyên Şingalê tê girtin. Goriyên Şingalê û hemû Kurd bûn qurbanên propagandaya dezgehên ragihandinê yên partiyan. Alavên ragihandinê yên kurdistanî şerê birakujiyê li Herêma Kurdistanê anî bîra min. Şermeke mezin bû!
Bûyerên Şingalê dubare isbat kir ku pêwîstiya Kurdan bi alavên ragihandinê yê serbixwe hene. Lê diyar e zû bi zû em ê nikaribin vê hêviyê bi cî bînin.
– ARTA Kobanê, çi pirsgirêke ku nahêlin vebe?
Xwezî me zanîba. Karê me ji roja pêşî de fermî ye. Me li kantona Cezîrê û li kantona Kobanê ruxsetên kar stendine. Yekîtiya Ragihandina Azad rawestandina ARTA FM li Kobanê şermezar kir. W`e got ku rawestandina weşana Arta FM li Kobanê xizmeta demokrasiyê nake û li dijî azadiya rojnamevaniyê û azadiya raderbirînê ye.
– Tê gotin ku Sîrwan H. Berko di karê xwe de dektator e(Arta Sîrwan H. Berko ye, û Sîrwan H. Berko Arta ye) rast e?
Bersiva min ev e: Ev 14 meh in ku ARTA karê xwe didomîne. Ji nivîsgehekê li Amûdê niha pênc nivîsgeh hene. Ji bîst karmendan niha 80 kes di ARTA FM de kar dikin. Serkeftin bê karê berdewam, westandina bê sînor û iltîzamê nabe. Ev 14 meh in em kar dikin û ta roja îroj pirsgirêkeke mezin ji karê me derneketiye. Li deverekê ku her roj hin kes hene keviran davêjin kesên serketî û dixwazin wan bixin. Li deverekê ku karê ragihandinê yê pîşeyî nas nekiriye. Eger ev dîkatoriyet be. Ser seran û ser çavan.
– Gelek malper li ser gendeliya di ARTAFM de axivîn, tu çi dibêjî?
Kî çi dixwaze bêje, bila bêje. Baweriya me bi azadiya derbirînê mezin e. Lê kesên ku li malên xwe rûniştine, û hema derewan belav dikin, bê isbat, mirov nikare bersiva wan bide. Dadgeh hene, yek li wir dikare mafê xwe bistîne. Kesê ku ev derew belav kirin, nekarî isbatekê li ser derewên xwe pêşkêş bike. Dadgeha Gel li Amûdê ew derewçîn derxist û ew ceza kir.
– Sîrwan Berko çi piroje ji bo Amûdê amade kirine?
Amûdê bajarê min e. Ez jê hez dikim. Ez dixwazim Amûdê li ser asta Sûriyê bibe bajarek nimûneyî. Bajarek ku her welatiyek wê çalak e, guh dide xwe û bajarê xwe. ARTA FM û dezgeha ARTA gelek proje li Amûdê pêk anîne. Di warê sport, mûzîk û hunerê de komek projeyên me ji bo zarok û jinan hene. Lê ne tenê li Amûdê: ji Dêrikê bigir heta Serê Kaniyê, ji Kobanî heta Efrînê, em dixwazin li hemû bajaran karê xwe bidomînin û projeyan pêk bînin. Em beşek in ji gelek hewildanên ku xelkên deverê ji bo gund û bajarên xwe dikin.
– Ji pêvî te û Xoşnav Têlo Berpirsên veşartî ji Arta re hene?
Tiştekî me yê veşartî tune. Ne di ARTA FM de û ne jî di dezgeha ARTA de. Baweriya me bi karê veşartî nayê. Ez berpirsê ARTA FM im. Xweşnav, Umer Şêxmûs û ez birêvebiriya dezgeha ARTA ji bo Ragihandin û Piştivaniyê dikin. Endamên me li gelek welatên cîhanê hene.
– Çend sazî û dezgeh bi ARTA ve girêdayî hene?
Ti sazî tune ne.
– Çima ARTA li Amûdê vebû û ne li Qamişlo?
Ji ber Amûdê tek dever e ku mirov dikare lê karekî bi vî awayî dest pê bike. Amûdê xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Mirov nikare bêje bê ev taybmetmendî çi ye. Divê mirov li Amûdê bijî, da ku mirov fêm bike bê Amûdê çima ewqas giring e.
– Çi çîroka ku ARTA gelek weşanên radyoyên Islamî, û ên hemahengiya Sûrî bi dizî diweşand..û çend rojan jî ji bo wilo hat rawestandin?
ARTA FM tucarî tiştek bi dizî nekiriye û nake. Yan em ê karê xwe eşkere bikin, an em nakin. Di avahiya ARTA FM de radyoyeke din bi navê MICT dihat weşandin. Ev radyo Elmanî ye. Yekîtiya Ragihandina Azad ruxseta wê dabû. Karê wê radyoyê qanûnî bû. Heta îroj me fêm nekir çima weşana ARTA FM sê rojan hat rawestandin.
– Çi projeyê Sîrwan H. Berko ên ragihandinî hene?
ARTA FM. Serê min ji bo tiştekî din ne vala ye.
–Tu çima ji karê Rûdaw tv nerazî ye?
Ez ji karê Rûdaw ne nerazî me. Mîna li ser gelek alavên ragihandinê, ez carinan têbiniyê xwe li ser Rûdawê jî dinivîsim. Hêviya min ew e ku ragihandina kurdî xurt bibe.
–Di nerîna Sîrwan de kîjan dezgeh ragihandinê dike, û bêlayen û azad e ,kurdî bi giştî?
Lê digerim, lê nabînim. Guhdarên ARTA FM dizanin ku ew her tiştî dike ta ku nebe alîgirya ti alî.
– Çend karmendên Arta Fm dev ji kar berdan, ji ber ku peymana di navbera we de bi rengî bû û mûçeyê wan ji wilo kêmtir bû, çiqas ev gotin rast e.
Sifir karmend. Hemû peyman û belgeyên wergirtina ratiban li cem hene. Ta niha ti kesî belgeyek ji bo vê derewê belav nekiriye.
– Di hevpeyvîneke xwe de bi rojnmaeya Teaxî re te got ragihandinek azad li Kurdistan tune ye, tenê hin pirojeyên wêrek in, gello li Rojava jî wilo ye?
Ma li Rojava ragihandin heye? Em hîn di destpêkê de ne. Lê ez bawer im ku ger imkanên baş peyda bibin, em ê bikaribin karekî baştir bikin.
– Sîrwan ji karê Rêveberiya Xweser razî ye?
Ez bawer im Rêvebiriya Xweser bi xwe ji karê xwe ne razî ye. Ezmûneke nû ye. Azadiyên giştî û xizmeta welatiyan pîvanên serketin an têkçûna wê ye. RêveberiyaXweser nikare xwe bi zorê bide qebûlkirin. Divê peyv tim a welatiyan be.
– Tu dibînî ku saziya Yekîtiya Ragihandina Azad ya di bin siya Rêveberiya Xweserî de kar dike azad e, bi kêrî berevaniyê di ber rojnamevanan de bike tê?
Ta niha me wek ARTA FM ji bilî alîkarî û piştgirtiyê tiştek ji Yekîtiya Ragihandina Azad nedîtiye. Divê partiyên siyasî û hêzên Asayîş û leşkeran dûrî karê ragihandinê bikevin. Bi vekirina deriyên xwe ji bo nerînên rengereng YRA dikare bibe dezgeheke ji bo piştgirtiya rojnamevanan li devera me. Lê mixabin nimûneya ARTA FM li Kobanê diyar dike ku Rêvebiriya Xweser rêzê li YRA û karê wê nagire. Divê ev yek neyê qebûlkirin.
– Tu çend sala dûrî Amûdê ket? Çima tu li Amûdê najî?
Ez di sala 1990î de ji Amûdê derketim. Piştî 23 salan, ango di sala 2013an de, ez cara pêşî vegeriyam Amûdê. Ji hingî ve ez berdewam vedigerim Amûdê. Armanca min ew e ku ez jiyana xwe ya mayî li Amûdê bidomînim. Ez li ser vê yekê kar dikim.
– Di salvegara damezirandina Arta Fm de, armeyek filêks bi sê zimana hebû, pêşî Erebî û Siryanî bû, û dawî bi kurdî bû, gello ev bi çi wateyê tê?
Ti ferq di navbera pêkahtiyên devera me û zimanên wan de tune ye. ARTA FM neradyoyeke Kurdan e, ew radyoya xelkên deverê ye: Kurd, Ereb, Siryan, Aşûrî, Ermenî, Musilman, Krîstiyan, Êzdî û yên din. Ji me re ne giring e kîjan ziman gerek li pêşî be. Lê ev yek sudfe bû ku erebî li jor bû. Ne pirsgirêk e.
– Gotinek dawî ji bo ragihandina Rojava, hindek şîret.
Dema her kes karê xwe bike, em ê bi ser kevin. Siyasî siyasetê dikin, polîs û leşker parastinê dikin û rojnamevan karê ragihandinê dikin. Ku siyasesî û leşker destên xwenexin nav karê rojnamevanan, wê rewşa me gelekî baş be. Divê her yek ji me rêzê li karê yê din bike. Tenê bi rastiyê bawerî çêdibe. Rojnamevanê ku ji agahiyekê ne piştrast be, yan belge di nav destên wî de nebin, nabe wê agahiyê biweşîne. Berîhertiştî exlaq.
Ev Hevpevîn di rojnameya Pûyerpress hejmara (3) de hatiye weşandin..