Zahid Mehmûd
Ji dema sê salan û vir de, piştî ko ev rewşa awarte di Sûriyayê de peyda bûye wekî ku li gelek welatên herêmê jî çêbûye, ya ku tête naskirin bi navê Buhara Erebî yan jî Buhara Gelan ya ku ji du hezar û çaran ve, li cem Kurdan destpê kiriye.
Xuya ye, vê şoreşê hin ji hêviyan û derfetan nêzî me Kurdan bi teybetî kiriye, ew jî dema welatê me Sûriyê bi giştî bête guhertin û ber bi dewletek mafnas ve here, wê ji gelê me re jî tiştekî baş be, dê rê li pêşiya daxwazên miletê me vebe, da mafê xwe pêk bîne, lê di heman demê de, wê ev derfet ne hesan û ji ber xwe ve bi cî bên, ji ber ku ev ger û tevger û rûdanên roj bi roj têne holê û guhertinên diramatîkî yên ku helwestan di navbera şev û rojê de ji hev cuda dikin, ne ji ber xwe ve tên.
Lê ya giring sebaret bi miletê me ew e ku em vê derfetê bidest bêxin li ser bingeha ku mafê netewî û nsanameya xwe wekî gel di belgeyên fermî de bi zagonan biçesipînin, bidin pejirandin bi kesên din re di Sûriya ayînde de, lewra pêwistî heye ku hemî Kurd bi rengên netewî baxivin û dûrî minminiyê bikevin û eydiyolociyên xwe deynin derê han, ji ber ku hebûn û mana gelê me li ser vê xakê girêdayî helwesta me û rastiya nerîn û pêşbîniyên me ye.
Lê mixabin li hember vê rewşê û vê derfeta zêrîn em dibînin ku tevlîheviyek di pergala siyasî de heye, dûrî ustûbariyê ye û divê em bêjin ku awirên me kin in, analîzên me ne wek hev in û caran dijî hev in û ji jîwariyê veqetandî ne.
Lewma hin ji me bi ser xwe de gelekî dikişînin û hin ji me bi dev kesên din ve berdidin û hin jî meyze dikin ka ev ger û tevger bi ku ve diçe û çi encamê dide, da di dawî de destên xwe bavêjin berhemê û ji xwe re hejmêrin bêyî ku tu karî bikin û hin din hewl didin cihê xwe çêbikin, xwe bikin hijmar di nav hijmaran de û hin din xwe diwestînin lê nizanin ka berê wan bi ku ve ye.
Birastî ev e, tişteke serê mirovan têşîne û sergêjekê li me digerîne, ev sosret e piştî vê ezmûneya ku bi dehên salan em tê re derbas bûne, tevlî hemî sitembarî û zor û zextên ku me dîtine.
lewra divê hemî Kurd û di serî de encumenên me, bersivê bidin li xwe vegerin û bi çavê biratiyê li hev meyze bikin, nêzî hev bibin
û li rewşa miletê xwe xwedî derkevin, ev miletê ko rastî penaberiyeke xerab hatiye, ta asta dîmografiya wî ber bi guhertinê ve diçe.