BasNews (Berlîn): Hikûmeta Elmanya doh êvarê di civîneke awarte de biryar da ku alîkariya Kurdistanê bike û roketên antî tank bişîne ji Pêşmergeyên Kurdistanê re. Wezîrê Derve yê Elmanya Frank-Walter Steinmeier di civîneke çapemeniyê de ev biryara han ji raya giştî re eşkere kir.
Di civîneke awarte ya hikûmeta Elmanya de bi serokatiya Angela Merkel, biryar hat dan ku alîkariya Herêma Kurdistanê were kirin. Herçiqas dema şandina çekan nehat diyarkirin, lê li gor çavkaniyên Elmanya, piştî civîna îro ya Parlamentoya Elmanya, ku taybet e bi gotûbêjkirin û pesendkirina plana alîkarîkirina Kurdistanê, dest bi şandina çek û alîkariyê tê kirin.
Di civîna çapemeniyê de Wezîra Berevaniyê ya Elmanya Ursula von der Leyen got: ‘’Li İraqê rewş gelekî metirsîdar e, divê em hevkariyan wan kesan bikin ku hatine asîmlekirin.’‘ Wezîrê Derve yê Elmanya jî tekez kir ku çênabe wiha bêdeng rawestin jiber teror digihe Ewropa û Elmanyayê jî.