Pirsgirêka cî û war a Kurdên Êzdî ku piştî êrîşên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) ji Şingal û derdora wê koçber bûn berdewam e. Li Dihokê 20 Kurdên Êzdî ligel jin û zarokan di bin pira Êtîtê di nav şert û mercên dijwar de dijîn.
Malbat hinek merşan li ser betonê radixin û rojên xwe derbas dikin. Ji ber ku di ser pirê re otomobîl diçin û tên malbat nikarin razên û pirsgirêkeke din a mezin jî paqijî ye. Hazim Azerê ku tevî malbata xwe ji Şingalê reviya ye got ku nêzîka mehekê ye li derva dimînin.
Azer diyar kir ku di dema revê de kurê wî yê 15 salî bi guleyên çekdarên DAİŞ’ê birîndar bûye û ji ber nebûna doktor canê xwe ji dest daye û got: ‘Jin û kal û pîrên me kuştin. Hinek kes jî li çiyê mirin.’
Azer ji AA’yê re destnîşan kir ku ji bo xwe bighînin çiyayê Şengalê 8 saetan meşiyane, nêzîka hefteyekê li çiyê mane û paşê jî derbasî Dihokê bûne. Azer wiha axivî: ‘Hewa gelekî germ e. Me xwe avêt binê pirê. Lê em nikarin zêde li vir bimînin, lewra şert û merc dijwar in. Bi hezaran kes ji Şingalê reviyan û hatin Dihokê. Penaber li kamp, dibistan û parkan dimînin û cî tuneye em biçinê. Em daxwaz dikin ku hikûmeta Kurdistanê me li derekê de bi cîh bike.’
Gozel Xalid jî tevî 7 zarok û hevserê xwe li binê pirê dimîne. Gozel Xalid got, bi ava ku ji mizgeftê tînin xwarinê çêdikin û firaxan dişon. Gozel Xalid wiha axifî: ‘Em ji mal derketine û heta niha me rehetî nedît. Rewşa me pir xirab e û em li derva dimînin. Tirsa me ew e ku zarokên me nexweş bikevin. Bi taybetî jin û zarok li vir zehmetiyê dibînin.’
Piştî ku di 3’ê Tebaxê de çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) ketin qezaya Şingalê, bi hezaran Kurdên Êzdî neçar man mal û milkê xwe bicîh bihêlin û ber bi çiyayê Şingalê birevin. Piştî mana 7 rojan li serê çiyê Hêzên Pêşmerge rê vekirin û di ser Rojvayê Kurdistanê re bo Başûrê Kurdistanê hatin veguhestin..
BasNews.