BasNews (Rûsya): Îro şampiyonê cîhanê û xwedanê xelata zîv a Olîmpîada Londonê (2012), boksorê Rûsyayê yê navdar Mîşayê Sûrên Aloyan bi ser ket û cara çaran bû şampiyonê Rûsyayê!
Mîşa li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Facebookê îro bi rûsî wiha nivîsî ye: ‘‘Ez îro cara çaran bûm şampyonê Rûsyayê! Ez dixwazim sipasîya werzendvan-talîmvanê xwe Êdûard Vîktorovîç Kvarsov û hemû koma me bikim. Ez vê serkeftina xwe dîyarî gelê xwe–Êzdîyên Şingalê dikim, gelê xweyî mêrxas, yê ku ji bo ola xwe, ji bo netewa xwe, ji bo malbata xwe û ji bo axa xwe ya dîrokî li ber xwe dide! Bila Xwedê li hemû gelan bê rehmê, yên ku li cîhanê aştîyê û aramîyê diparêzin.’‘
Tebaxa sala 2012’an di Olîmpîada Londonê de boksorê Rûsyayê yê navdar Mîşayê Sûrên Aloyan bi ser ket û xelata zîv wergirt. Piştî wê Aloyan ji alîyê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn va hat pêşwazîkirin û xelatkirin.
Mîşayê Sûrên niha di warê sporê de bajarê Rûsyayê yê Novosîbîrskê temsîl dike. Sporvanê genc 52 kîlo ye. Ew niha li Înîstîtûta Moskovayê ya hiqûkzanîyê û Akademiya bajarê Kûzbasê ya amadekirina dersdaran da xwendina xwe berdewam dike.