Roja Yekşemê (31.08.2014) li navenda bajarê Frankfurtê yê Elmanya çalakiyeke hevbeş a saziyên Elmanî, Îsraîlî û Kurdistanî tê lidarxistin..
Armanca vê çalakiyê nîşandana piştîvaniya Elman û Cihûyan e bo serxwebûna Kurdistanê û herwiha pêşandana yekdengiya Elman, Cihû û Kurdan e li hember grûbên radîkal û wan grûb û sazî û aliyên li nav Elmanya piştgiriya grûbên radîkal dikin..
Di çalakiyê de ku wê şaredarê bajarê mezin ê Frankfurtê tê de axaftinekê bike, ligel amadebûna hinek kesayetî û parlamenterên Elman, Cihû û Kurd, dê di dawiya bernameyê de konserek bê dayîn.
Du hefte dibe komîteyek ji saziyên Kurdî, Cihû û Elmanî hatiye pêkanîn ji bo serpereştîkirina çalakiyê û tê texmîn kirin derdora 2 hezar kes beşdar bibin. Hunermenda navdar a cihû bi esil Kurd Hadassa Yeshurun ji Îsraîlê tê Elmanya û beşdarî konserê dibe û dê stranên Kurdî û biyanî ji bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bibêje.
Hêjayî gotinê ye Hadassa Yeshurun ji Mardîna Bakurê Kurdistanê ye, ew ji zarokatiya xwe de li Îsraîlê dijî, li wir dest bi mûzîk û hunera Kurdî kiriye, beşdarî dehan konser û festîvalên cîhanî bûye û li ser navê Îsraîlê stranên gelerî yên Kurdî gotine