Bûyerpress
Desteya Aboriyê li Herêma Cizîrê ragihand ku di werzê îsal de, ew ê kîloya genimê dermankirî û bêjingkirî yê çandiniyê, bi 160 L.S bifiroşe cotkaran.
Di daxuyaniyeke xwe de Desteya Aboriyê da zanîn ku navendên Desteya Aboriyê, her wiha navendên Birêveberiya Giştî ya Çandiniyê û yên Samanên Sewalvaniyê, dê kîloya genim bi 160 L.S bifiroşin cotkaran.