BÛYERPRESS
Piştî ku li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişloyê, 7 milyon L.S ji xaniyê welatiyekî taxê hatibûn dizîn, Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) ew diz desteser kir û pereyên ku hatibûn dizîn vegerandin.
Ragihandina Asayîşê bi rêya malpera xwe ya fermî da zanîn ku welatiyê ku xaniyê wî hatibû dizîn gilihê xwe li nik asayîşê tomar kiribû, piştî lêpirsînan, ê diz hat nasîn û desteserkirin.