BÛYERPRESS
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku di encama çend çalakiyên leşkerî de li devera Efrînê, 5 leşkerên dagirkeriya Tirkiyê û 5 çekdar hatine kuştin.
Ragihandina YPGê da zanîn ku li navenda Efrînê û li Mabatayê du mayîn hatine teqandin, li navçeya Cendirêsê tankeke komên çekdar hatiye teqandin û li navçeya Şerayê jî erebeyeke leşkerên Tirkiyê hatiye teqandin.