Ligel ku wek hemû aliyên din ên Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo kongreya AKP’ê hatibû vexwendin, lê belê YNK beşdar nebû. Kadroyekî YNK’ê jî sedema beşdarnebûnê bi helwêsta Tirkiyê ya derbarê DAİŞ’ê ve girêdide.
Kadroyê YNK’ê Şadûman Mela Hesen li ser rûpela xwe ya tora civakî Facebookê sedema beşdarnebûna YNK’ê di kongreya AKP’ê de eşkere dike û dibêje: ‘’Îro kongreya AKP’ê bû, Recep Tayyip Erdogan bû serokkomar û Ahmet Davutoglu bû serokê partiyê û serokwezîr. YNK jî wek PDK û Tevgera Goran hatibû vexwendin, PDK û Goran bi şandên payebilind beşdar bûn, lê YNK beşdar nebû.’‘
Şadûman Mela Hesen beşdarbûna YNK’ê bi çend sedeman ve girêdide û wiha nivîsiye: ‘’Yekem rêzgirtin bû li hestê Kurdên Bakur û Rojava, ku di hatina terorîstên DAİŞ’ê de tu helwêstekî Tirkiyê nebû, herwiha bi çadirekê jî alîkariya Herêma Kurdistanê nekir.’‘ Li gor Hesen, ev helwêsta YNK’ê netewayetî ye û wiha dibêje: ‘’Hevpeymanî û dostatiya PKK û YPG’ê mezintirîn serwerî ye bo YNK’ê ji dêlva dilê Turaniyan xweş bike.’‘
Ev daxwiyanî di demekê de ye ku çavdêrên siyasî wiha dibînin YNK ji bo parastina pêgeha xwe ya nêzîkê Îranê, bi hemû awayekî hewl dide xwe ji Tirkiyê dûr bixe, bi taybetî jî ku di vê qonaxê de YNK û PKK heta astekî bilind nêzîkê Komara Îslamî ya Îranê bûne.