Hejmarek rewşenbîr, çalakvan û akademîsyenên Kurd ên Herêma Kurdistanê ragehandin ku heta Şingal ji destê DAIŞ’ê dernekeve dê bi awayekî demkî herin ser ola Êzdayetiyê. Yekitiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê jî dijî vê çalakiyê derket û vê çalakiyê wek “bêrêzî” li hember Êzdiyan dibîne.
Hejmarek nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragehandin ku wek piştgirî û hevxemî bo Kurdên Êzdî û şermezarkirina êrişên DAIŞ’ê li dijî Şingalê dê bi awayekê demkî herin ser ola Êzdayetiyê. Li gor daxuyaniyê, ew dê li ser ola Êzdayetiyê bimînin heta devera Şingalê ji destê DAIŞê tê derxistin.
Lê di heman demê de ev çalakî rastî nerazîbûna Yekitiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê hat. Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê îdîa kir, ew nivîskar û rewşenbîr û çalakvanên ku dixwazin bi guhertina ola xwe piştgiriya Êzdiyan bikin, dibin sedema wêya ku eniya şerê dijî Kurdistanê berfirehtir bibe û ciwanên Kurd zêdetir tevlî DAIŞ’ê bibin.
Di daxwiyaniya Yekîtiya Zanayên Olî de, ew rewşenbîr û çalakvanên ku dixwazin bi guhertina dînê xwe piştgiriyê bidin Êzdiyan, wek kesên “saf û nezan” tên binavkirin û tê gotin ku ev çalakiya han zerareke mezin dide kultura pêkvejiyanê, herwiha ji ber ola Êzdayetiyê oleke girtî ye loma ev çalakî bêrêzî ye li hember Êzdayetî û Êzdiyan.
Li gor Yekitiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê, ew kesên karên wiha dikin tenê li wê yekê difikirin ku xwe derxin pêş êdî ji wan re ne girîng e ka çi bi serê xelkê tê.