Penebareke Kurd a Êzdî ku niha li kampa penaberan a bajarê Midyada Bakurê Kurdistanê dimîne, qala rewşa Kurdên Êzdî yên Şingalê kir bê bi çi zehmetiyekê karîne xwe rizgar bikin.
Basim Hadî yek ji wan penaberan e ku ku bi destê xwe kariye qurtek av bide wê zaroka ku ji neçarî dayîka wê ew bicîh hiştibû. Lê Basim dibêje ku nikariye wê ji mirinê rizgar bike, ji ber rewşa dijwar û êrîşên DAİŞ’ê nikariye wê zarokê ligel xwe bibe û bi reva rev berê xwe dane çiyayê Şingalê.
Hadî behsa bi dehan zarok û pîr û kal kir ku ji têhna li serê çiyayê Şingalê canê xwe ji dest dane. Hadî dibêje ku 9 rojan li serê çiyê mane û gelek kesan ji têhna canê xwe ji dest dane, bi taybetî zarok û pîr kal.
Basim Hadî got: ‘’Di rê de min sê jin û du zarok dîtin ku ketibûn, min her yekê qurtek av da wan, tenê 10 km mabûn ku em bighin avê, em dimeşiyan, dayîkekê ji ber nikarî raje sê zarokên xwe, yek ji wan bicîh hişt, dayîkê zarokek da ber sînga xwe û ya din jî pey xwe de dikşand, lê ji ber nikarîbû raje zaroka din, bicîh hişt. Dema gehiştim zarokê hê nemiribû, min du caran bi destê xwe hinek av dayê, lê min nedikarî tiştekî bikim, ji ber tiştek ji destê min nedihat, ez bi xwe jî ne bi tenê bûm.’‘
Hadî qala hatina xwe ya bo Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) jî kir û wiha axifî: ‘’Destpêkê em çûn Sûriyê-Rojvayê Kurdistanê, ji wir dîsan vegeriyan Herêma Kurdistanê, ji wir jî bi rêya qeçax di şeş saetan de heta me xwe gihan Tirkiyê.’‘
Yeke din ji penaberên Kurdên Êzdî yên Şingalê bi navê Xalîde Ebdulla, behsa revandina xizim û kesûkarên xwe ji aliyê çekdarên DAİŞ’ê ve kir û wiha pêde çû: ‘’Malbata xalê min, dayîka min û zarok ketin destê DAİŞ’ê, em heta niha nizanin çi bi serê wan hatiye, ji bo em xwe rizgar bikin hatin Tirkiyê, kurê min li İraqê ma, niha haya min jê nîne, em dixwazin bi hevre bijîn, ez naxwazim qet careke din vegerim.’‘
BASNEWS