Şevê din li du gundên ser bi nehya Werdek a bajarê Mûsilê çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) du perestgehên din ên Kurdên Kakeyî teqandin.
Yek ji daniştvanên wan gundan ji medyayê re eşkere kir ku şevê din li du gundên sînorê nehya Werdek ku gundên Kakeyîya bûn, çekdarên DAİŞ’ê perestgeha Şaheyas û Destewerî teqandine.
Welatiyê Kakeyî ku ji ber rewşa ewlekariyê nexwestiye navê wî were eşkere kirin ji televizyona NRT re got: ‘’Niha Kurdên Kakeyî yên wan navçeyan ji ber gef û êrîşên DAİŞ’ê hemû koçberî bajarên Herêma Kurdistanê bûne û tu Kakeyî li wî sînorî nemane, yên li derdora gundên Kakeyiyan hemû Ereb in, çekdarên DAİŞ’ê jî berdewam perestgehên Kakeyiyan diteqînin.’‘
Hefteya borî jî çekdarên DAİŞ’ê perestgeha Baba Yadgar teqandibûn ku ji bo Kurdên Kakeyî gelekî girîng û pîroz e. Ji 9-10’ê meha Hezîranê ve çekdarên DAİŞ’ê êrîşî bajarê Mûsilê kirin ku duyem bajarê herî mezin ê İraqê ye û karîn di demeke kurt de bi hevkariya Erebên deverê bajêr kontrol bikin. Ji wê demê ve jî teqandina perestgeh û cihên pîroz ên hemû olên cuda ji aliyê DAİŞ’ê ve dest pê kiriye.
Ji aliyekî din piştî ku çekdarên DAİŞ’ê 5 gundên Kurdên Kakeyî li sînorê parêzgeha Mûsilê kontrol kirin û çend perestgeh û cihên wan ên pîroz teqandin, bi armanca şerê DAİŞ’ê 500 Kurdên Kakeyî rahiştin çekên xwe çûn nav rêzên Pêşmerge.
BASNEWS