Bûyerpress
Roza Metîna
Ji berî avakirina komara Tirkiyeyê û heta niha, zext, zordestî û îşkence li zindanan didomin. Vê yekê bingeha xwe ji dîrokeke kevin girtiye. Gelê kurd her li ser axa xwe hatiye dîlgirtin û di nava çar dîwarên zindanan de têkoşîna azadiyê daye. Di Serîhildana Agiriyê ya 1930’î de lehenga jin Gulnaz Xanim dema ku di Girtîgeha Mûşê de bû, birayê wê Îzzed Beg û lawê wê Siddik Beg di şer de jiyana xwe ji dest didin. Serên wan tên jêkirin û ji bo eziyetê bi Gulnaz Xanim bidin serên her duyan tînin Girtîgeha Mûşê û rê wê didin. Gulnaz Xanim li dijî vê helwestê bejna xwe natewîne; bi awayekî serbilind li ber serên birayê xwe û lawê xwe yên jêkirî disekine û bi dengekî bilind berê lehengiyên birayê xwe Îzzed Beg dihejmêre. Piştre jî destên xwe dirêjî serê lawê xwe Siddik Beg dike, serê wî dipelîne û bi dengekî bilind dibêje: “Ev berxê min e, min şîrê xwe ji bo rojên îro da wî. Heger min ji bo doza azadiya Kurdistanê ew bi vî awayî nedîta, min ê şîrê xwe lê heram bikira.” Mazlûm Dogan jî di 21’ê Adara 1982’yan de, di Zindana Amedê de li dijî zilm û zordestiya li ser axa Kurdistanê û di girtîgehan de, roja Newrozê bedena xwe da ber agir. Bi hêza ku bingeha xwe ji dîroka kevnar digire serî netewand. Îro jî girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de ne, li mîrateya hêza kevneşopiya Mazlûm Dogan û Gulnaz Xanim xwedî derdikevin û serî natewînin. Loma binpêkirina mafên mirovan a li zindanan ji dîrokê heta niha her didome. Îro jî dema ku em li rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê dinêrin gelek binpêkirinên mafên mirovan pêk tên.
Dema ku îktidarên yekperest dixwazin bigihêjin armancên xwe mirovên ku li dijî wan derdikevin hem li hundir hem jî li derve diçewisînin. Bingeha vê çewisandinê jî li ser ol, hestên neteweyî û nîjadperestiyê tê avakirin. Niha li Tirkiyeyê li ser esasên yekperestiyê zextên li zindanan her ku diçe zêde dibin û zarok jî di bin bandora vê yekê de dimînin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin, bi sedan zarok li girtîgehan bi dayîkên xwe re di bin şert û mercên zor de, di nav çar dîwaran de siberoja wan tê asêkirin. Hejmartina li ser lingan û lêgerîna tazî, li ser girtiyan tên ferzkirin. Dema ku girtî mafên xwe diparêzin, cezayê hucreyê li girtiyan tê birîn. Aynûr Gazioglu û pitika wê Furkan ev 7 meh in ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Tekirdagê tên girtin. Ji ber ku mamaya Furkan şaş hat Aynûrê bi gardiyan re ket nav gengeşeyê. Loma 10 roj cezayê hucreyê li Furkan û dayîka wî Aynûr hat birîn. Mafên jiyanê yên rewa yên zarokan jî bi vî awayî ji destên wan tên girtin. Her wiha di girtîgehan de heqaret li nirxên neteweyî yên gelê kurd jî tê kirin. Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Amedê bi hinceta rojname avêtine hewşa cîranên xwe li 16 kesan bi îdî’aya “komkomî bûne” mehek ceza birî. Ji bo daxwaza îfadedayîna kurdî jî, wekî “zimanekî nayê zanîn” derbasî girtekê kirin. Zimanê dayîkê nirxekî neteweyî ye, bi vê helwestê heqaret li zimanê dayîkê hat kirin. Her wiha li Girtîgeha Kîlîsê girtî Mesut Gokhan ku 2 sal in bi tenê di hucreya yekkesî de dimîne, ji ber nameyên ku hatine desteserkirin rastî lêdanê hat. Mesut Gokhan, bi rêya xizimên xwe diyar kir ku gardiyan gefa “tu terorîst î, em ê guleyan berdin te” li wî xwarine. Li girtîgehên Tirkiyeyê di dema mu’ayenekirinê de ferzkirina kelepçeya berovajî û xwestina cilên yekreng ji bo girtiyan, rûmeta girtiyan dişikînin. Li gorî hinek rêgezên navneteweyî ku dewleta tirk jî îmze kiriye, divê li welatekî li hember mafên mirovan ên rewa rêzdarî bê nîşandan. Hem li derve hem jî li hundir gel bi her awayî ji mafên xwe yên rewa bêpar dimînin.
Bi salan e ku li dijî azadî û îradeya gelê kurd êrîş û şerên mezin tên meşandin. Ev êrîş û şer jî li ser axa Kurdistanê ya ku bingeha şaristaniya civakê ava dike, diqewimin. Reformên civakî yên yekem, dastana herî kevnar a cîhanê, sitrana eşqê, aforîzma û pêşgotinên yekem û gelek mînakên bi vî rengî li ser axa qedîm a kurdan derketine holê û li cîhanê belav bûne. Bingeha kirdeya kolektîf a ku li ser axa Mezopotamyayê hatiye avakirin, ji cîhanê re bûye mînakeke berbiçav. Îro li ser axa ku ji cîhanê re bûye bingeha şaristaniyê, gelê kurd di zindanan, di nav çar dîwaran de tê çewisandin û li dijî vê çewisandinê li ber xwe dide. Kurdên ku hêza xwe ji dîrok û kevneşopiya xwe digirin û her dem rûyê wan li rojê ye, dê tu carî ji têkoşîn û berxwedana xwe neyên xwarê.