Bûyerpress
Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asyîş) li bajarokê Girkê Legê dizekî malan di hefteya bihurî de desteser kiribû. Piştî lêpirsînan, yê diz li xwe ku mikur hat ku wî 2 milyon û 400 hezar lîreyên sûrî, 13 hezar û 510 dolar, 100 euro, 6 bazinên zêr, du gerdenî, du hungulîsk û guharek dizîne.
Li gorî ku ragihandina asayîşê da zanîn, pere û zêrên ku hatibûn dizîn li xudanên wan hatin vegerandin.