Bûyerpress
Duh duşemê li bajarê Rimêlanê, Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) kongreyê xwe yê sêyemîn li dar xist, tê de Xerîb Hiso û Zelal Ceger ji bo Hevserokatiya TEV-DEMê û 64 endam ji bo Encumena Birêvebir hatin hilbijartin.
Di encamnameya kongreyê xwe de TEV-DEMê gotiye ku ew ê di demên bê de ji bo sînordarkirina pêla koçberiyê li Kurdistanê (Rojava) û vegerandina koçberan, her wiha ji bo rizgarkirina Efrînê bixebite.