Bûyerpress
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ragihand ku dewamê fermî yê mamosteyên dibistanan ji bo sala xwendinê ya 2018-2019, di 2’yê meha 9’an de dest pê dibe û yê xwendekaran di 9’ê meha 9’an de.
Bi rêya rûpela xwe ya fermî duh şemiyê, Komîteyê da zanîn ku li seranserî dibistanên Qamişlo û Hisiçayê, dewamê mamosteyan di 2’yê meha bê de û yê xwendekaran di 9’ê mehê de dest pê dibe.