Bûyerpress
Seydayê Tîrêj
Eliyê Remo, li Deşta Bişêriyê axayê eşîra Rema bû. Dibêjin ku tirkan fermana wî rakir, ji ber vê yekê berê xwe da Berya Mêrdînê û li gundekî wê bi cî bû. Kesekî Eliyê Remo nas nedikir.
Sibehan dihat odeyê û li dawiya zilaman rûdinişt û carinan li ser enîşkan pal dida.
Sibehekê, Eliyê Remo li odeyê, li hêla zilaman rûniştî ye. Gundiyan ji keyayê gund re got:
– Gavanê dewarê me derket û çû mala xwe, dewar bê gavan maye. Ka em çawa bikin?
Keye got:
– Ka em binêrin, belkî em ji xwe re gavanekî peyda bikin. Keya zîvirî ser Eliyê Remo û jê re got:
– Bira, ma tu çi karî dikî?
Eliyê Remo got:
– Min hêj tu kar ji xwe re nedîtiye.
Keya gotê:
– Hema rabe here ber dewaran! Nanê xwe rojane bê minet bisitîne û serê dewar elbek genim û yeke ceh ji te re.
Eliyê Remo qîma xwe anî û rahişt darê gavaniyê.
Rojekê dunya havîn e, kelkela germê ye, Eliyê Remo darê wî di destê wî de ye û dewaran dide hev da ku wan bibe çêrê, dît ku şeş cendirme ji rêya bakur ve tên û berê wan li wî gundî ye. Dema ku hatin gund, serekê cendirmeyan (onbaşî ye) bala xwe da ewî gavanî, nas kir ku Eliyê Remo ye. Ji hevalên xwe re got:
– Herin odeyê, ez ê li dû we bêm.
Piştî hevalên wî çûn, onbaşî berê xwe da Eliyê Remo û li nik wî peya bû û silav dayê:
– Merheba Eliyê Remo!
Elîyê Remo lê vegerand:
– Ez benî, ez ne Eliyê Remo me; ez gavanê gund im.
– Elî ez qenc te nas dikim û min gelek caran nanê odeya te xwariye. Netirse, em ne li te digerin .
Elîyê Remo got:
– Ya onbaşî, ez hêvîdar im tu ji kesî re nebêjî û bila kesek min nas neke.
Eliyê Remo dewar birin çolê û onbaşî çû odeyê. Keya nanê wan çêkir. Dema ku nanê xwe xwarin û rabûn ser xwe ku herin, onbaşî di nav xwe û keya de got:
– Tu dizanî ku gavanê gundê we Eliyê Remo ye, axayê eşîra Rema ye!
Wê çaxê, xwîn di rûyê keya de nema, rabû bang li çend gundiyan kir û ji wan re got:
– Hûn dizanin ku gavanê me Eliyê Remo ye! De bilivin; em herin balê û xwe bavêjinê.
Eliyê Remo dît ku gundî û keya ji gund rêz bûn û berê xwe danê, nas kir ku onbaşî ji wan re gotiye. Keya û gundî gihan cem Elîyê Remo, keya serê xwe kir pêxa Eliyê Remo û giriya, got:
– Elî… ma çima te xwe bi me neda naskirin!?
Elî li ber dilê keya da û bi hev re vegeriyan gund. Wê rojê qedir û qîmetekî mezin dan Elî. Lê Eliyê Remo piştî ku ji odeyê hat mal, ji jina xwe re got:
– Rabe em herin cihê xwe, çi dibe bela bibe.
Eliyê Remo vegeriya Deşta Bişêriyê. Li wê derê dewleta tirkan bi Eliyê Remo hesiya, dewletê ew girt û paşê ew kuşt.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 83′yan de hatiye weşandin. 2018.08.15