Bûyerpress
Li gundê “Girdê” yê girêdayî Kantona Kobanê, yek ji mezintirîn jinên dunyayê ku temenê wê 121 sal e, dijî. Pîrejina bi navê Eyşê Baqî, di sala 1898’an de li Ruhaya Bakurê Kurdistanê ji dêya xwe bûye. 7 zarên wê hene; yê herî mezin temenê wî 85 sal e û yê herî biçûk 65 sal e. Li gorî ku zarên wê dibêjin, pîrê Eyşê hêj nexweş neketiye û tenduristiya wê gelekî baş e. Pîrê Eyşê dibêje ku ew şahida Şoreşa Şêx Se’îd, Serhildana Dêrsimê, Komkujiya Ermeniyan û her du Cengên Cîhanî ye. Her wiha hûrgiliyên awa û çawaniya avabûna Kobanê tên bîra wê. Li gorî gotina pîrê Eyşê, bi saya jiyana gundîtiyê û xwarina rûnê malê, hingivê xwerû û hêk û penîrê malê, ewê kariye tenduristiya xwe ji nexweşiyan biparêze.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 83′yan de hatiye weşandin. 2018.08.15