Bûyerpress
Zeynulabidîn Zinar
Îcar ji bo ku dewlemendiya zimanekî bête zanîn û şaxên zanistiyê pê bêne nivîsîn, divê ku wî zimanî qalibê nîşan, pîvan û kêşana xwe, li gor van çar xalên li jêrê wergirtibe.
– Nîşana Yekemîn a dewlemendiya zimanekî, divê ev hawe tê de hebin:
1- Dengsazî
2- Bêjesazî
3- Hevoksazî
4- Zaravasazî
5- Kêşesazî
6- Ferhengsazî
7- Watesazî
8- Rênivîs
9- Dîroka bingehîn a bêjeyan
– Nîşana Duyemîn a dewlemendiya zimanekî, ev e: Piraniya peyvên ku di zimên de hene, divê nav bin û ne ji kirin û rengan hatibin çêkirin.
– Nîşana Sêyemîn a dewlemendiya zimanekî, ev e: Di zimên de peyvên hevwate hebin (sinonim).
– Nîşana Çaremîn a dewlemendiya zimanekî, ev e: Divê ziman ji aliyê daçekan ve xurt be.
Îcar li gor dîtin û peyîtandina zanayên zanistiyê, ev her çar xalên li jorê, di zimanê kurdî/zaravayê kurmancî de hene û berhemên zanistiyê pir bi hêsanî jî pê têne/hatine nivîsîn.
Bê guman zimanê kurdî di vî warî de pir dewlemend e heta ku pisporên ziman ên navnetewî jî jê re heyran mane. Wek mînak: Di 1994’an de, dema ku ew konferansa bi navê ”Zimanê Kurdî Ber bi Sala Duhezarî ve” li Zanîngeha Sorbûnê (Parîs) hate lidarxistin, ez bi xwe jî vexwendiyê wê bûm. Profesorekî fransî û yekî ingilistanê, her yekî ji wan di axaftina xwe de weha got:”…Zimanê kurdî di şaxê sewalvanî û çandiniyê de ji zimanê ingilîzî jî û ji yê fransî jî dewlemendtir e…”
Dîsa ez wek lêkolînerekî li ser folklora kurdî û berhemên klasîk, di lêkolînên xwe de pêrgê pir tiştên dewlend bûme ku hem di folklora kurdî de hene û hem di klasîkên kevnare de jî hatine bikaranîn.
Piraniya çîrokên folklora kurdî, her yekê du û zêdetir şaxên wan hene. Wek mînak: Çîroka Gul û Sînem. Çi çîrokbêjê dema ku dev pê dike, pêşî weha dibêje: ”Dibêjin, heft şaxên Çîroka Gul û Sînem hene. Lê ez tenê ji wan vê dizanim.”
Îcar min di lêkolîna duwazdeh salan a folklora kurdî de, çar şaxên çîroka Gul û Sînem bi dest xistine û ew di cildekî de wek pirtûk dane çapkirin.
Jixwe dewlemendiya peyv û bêjeyên kurdî, pir zêde ye. Berî 15 salan dema min dest bi xebata amadekirina ferhenga xwe ya bi navê FERHENGA BÊJEBÊJÊ kir, min bi awayekî pir zêde peyvên hevwate yên kurmancî dîtin ku ez bi xwe jî li dewlemendiya zimanê kurdî şaş mam. Wek mînak, çewa ku min di çend semîneran de jî behs kiriye, di kurdiya kurmancî de 16 navên sivnikê hene…
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 83′yan de hatiye weşandin. 2018.08.15