Taybet – Bûyerpress
Di 3’yê tebaxa 2018’an de (roja înê) demjimêr 7’ê êvarê, bi tevlîbûna 13 çîroknivîsan, Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriye li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê, “Mihrecana Çîroka Kurdî ya Pêncemîn” li dar xist.
Çîroknivîsên beşdar, bi dirêjahiya 4 rojan û bi amadebûna nivîskar û rewşenbîran, nûnerên saziyan û kesayetên deverê, çîrokên xwe xwendin û di roja pêncan de (07.08.2018) ahengek hat lidarxistin, tê de baştirîn çîroka “mihrecanê” hat destnîşankirin.
Roja Yekê
Di yekemîn roja “mihrecanê” de, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriye “Dilawerê Zengî” destpêbûna “mihrecanê” ragihand û li hemûyan pîroz kir, her wiha li ser pîvan û çawaniya nirxandina çîrokan axivî.
Paşê çîroka “Du Serî di Beroşekê de Nakelin” ji hêla çîroknivîs Dilovan Çeto ve û çîroka “Mirina Boşka” ji hêla çîroknivîs Ebas Mûsa ve hatin xwendin.
Piştî xwendina çîrokan, kesên beşdar nihêrînên xwe der barê her du çîrokan de gotin û pirsên ku hatin kirin, her du çîroknivîsan bersivandin.
Roja Duyan
Di 4’ê tebaxa 2018’an de (roja şemiyê), çalakiyên roja duyan a “mihrecanê”, bi xwendina 4 çîrokan bi dawî bûn.
Çîroka “Çavên Kutkutî” ji hêla çîroknivîs Xalis Misewer ve, çîroka “Ker-Ga-Hesp” ji hêla çîroknivîs Selah Seyda ve, çîroka “Zimanê Rengîn” ji hêla çîroknivîs Ciwanê Evdal ve û çîroka çîroknivîs Ebas Ismayîl a bi navê “Qero Venegeriya Elî Fero” ji hêla nivîskar Zubêr Zeynal ve hatin xwendin.
Roja Sêyan
Êvara yekşemê, demjimêr 7’ê êvarê, bi amadebûna hejmarek ji nûnerên rêxistin û partiyên siyasî û nivîskarên deverê, “Mihrecana Çîroka Kurdî ya Pêncemîn” di roja sêyan de bi xwendina çar çîrokan bi rê ve çû.
Çîroknivîs Raman Hesê çîroka xwe ya bi navê “Dab” xwend, nivîskar Fehîm Morê çîroka çîroknivîs Ehmed Tahir a bi navê “Vira Salê” xwend, çîroknivîs Mihemed Pîrê çîroka “Kum Tûtik” û çîroknivîs Taha Selîm çîroka “Pêlên Derya” xwendin.
Roj Çaran
Di çaremîn roja “mihrecanê” de (06.08.2018), çalakiyên xwendina çîrokan bi xwendina sê çîrokan bi dawî bûn.
Çîroka “Evîn di Aşê Cengê de” ji hêla nivîskar Şevîn Hesen ve, çîroka “Demjimêr” ji hêla nivîskar Can Ibrahîm ve û çîroka “Mamoste jî Dişibin Hev” ji hêla nivîskar Qadir Egîd ve hatin xwendin.
Roja Pêncan – Roja Dawîn
Roja sêşemê (07.08.2018) demjimêr 7’ê êvarê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriye bi boneya bidawîbûna “mihrecanê” ahengek li dar xist, tê de çîroknivîsên ku beşdar bûbûn rêznameyên xwe wergirtin û çîroka “Mamoste Jî Dişibin Hev” a çîroknivîs Qadir Egîd, baştirîn çîroka “mihrecanê” ji hêla “Komîteya Nirxnadinê” ve hat destnîşankirin.
Di rê û resmên bidawîbûna “mihrecanê” de, çîroknivîs Qadir Egîd “Xelata Fu’ad Temo” ya “Mihrecana Çîroka Kurdî ya Pêncemîn” wergirt.
Di axaftineke xwe de ji Bûyerpressê re, Egîd got: “Çîroka min, çîroka her koçberekî li welatê biyaniyê ye. Lehengê çîrokê ‘Qenco’, nimûneya zarokên bêwar e ku malbatên wan bi sedema şer li dunyayê derbider bûne.”
Hêja ye mirov bi bîr bixe ku “Mihrecana Çîroka Kurdî” ji sala 2014’an ve bi serperiştiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriye, salane li Qamişoyê tê lidarixistin.
Parçeya dawîn a çîroka çîroknivîs Qadir Egîd a ku xelata baştirîn çîrok wergirt:
Mamoste Jî Dişibin Hev
Qenco hindekî dî ber bi mamosteyê xwe ve çû û hindekî dî jî dilê xwe xurt kir ta ku jê re bibêje: “Ez Qenco me, ma tu min nas nakî? Tu li vir çi dikî!” Û du benîştan jî bê pere bide wî. Lê destekî mezin milê wî girt û ew bi paş ve vegerand; ew dest ê xwediyê xwaringehê bû!
Qotîka Qenco ji ser serê wî hate xwarê, benîşt û şekirên wî li nav lingan û li bin maseyan belawela bûn. Qotîk bi çend libên ku tê de mabûn danî erdê û hewl da ku tiştên erda xwaringehê pê hate xemilandin, bide hev. Lê xwediyê destê mezin ew mîna qerpalekî bi dûv xwe de kişand û Qenco jî bi şewat û bê liberxwedan li şekir û benîştên ku li pey wî rêz dibûn dinêrî. Di dilê xwe de ji mamosteyê xwe xwest ku bi gaziya wî ve were û wî ji destê vî zalimî xelas bike, lê hayê mamoste ji bayê felekê tunebû, bi hildana peyalan mijûl bû û dengê dilê Qenco qet nedikir.
Wek kêlîkên kêfê ku zû derbas dibin, Qenco ji nişka ve xwe li derveyî deriyê xwaringehê, bi qotîkeke pelixî û vala re dît. A baş ku dem havîn bû.
Ji nû ve Qenco bi germa vî bajarî hest bû, dîwarê ku pişta xwe dabûyê, tev ku şev ber bi nêvî de jî diçû, lê hîn sincirî ye û germa erdê jî ne kêmtir bû.
Di kêlîkekê de her tişt ji bîr kir û germbûna konê wan dema ku bavê wî ji nexweşxaneyê anîn malê, çawa xwêdana wî bi ser birînên wî de diherikî û qîre qîra wî bilindtir dibû û xweşikbûna dêya wî berî ku rûyê wê bişewite, hatin bîra wî.
Ew jî di havîna par de bû, firavîn amade dikir, wî û birayê xwe, ji german xwe bi tena şortan kiribûn, dema ku ji nişka ve agir ji ser ta pê dêya wan girt, bavê wan jî li kar bû, ji tirsa, ji desthilanînê ketin, tenê xwe xistin hembêza hev û di quncika kon de bi dengekî bilind giriyan.
Dema ku dêya wan piştî çend rojan ji nexweşxaneyê vegeriya, ser çavên wê hemû sipî girêdayî bû û cîranên ku serdana wan dikirin, piştî ku radibûn, bi şewat li Qenco û birayê wî dinêrîn, destên xwe li hev dxistin, û digotin:
“Weleeed law… ev zarok dê çawa bikin?!”
Wê demê kela girî dikete qirika wan, bi çavekî şikestî li çavên dêya xwe yên ku bi zorê di nav wê şaşa spî de xuya dikirin dinêrîn û dibû îske îska wan.
– Rabe Qenco rabe… rabe, çima tu se’et neh nehatî geracê? Ev saetek e ez li te digerim, ma tu nizanî niha erebeyên devera me nemane? Birayê wî Heso bi dengekî bilind û kelogirî jê re got.
Qencoyê ku li devê deriyê xwaringehê xilmaş bûbû û mamosteyê wî jî çûbû malê bê ku Qenco wî bibîne û karibe du benîştan bidê, çeng bû û kertona xwe zevt girt.
Hesoyê dehsalî çavên xwe xistin çavê wî, bi hêz milê wî hejand û got:
– Te dîs xewnên nexweş dîtine ne..!?
Bê ku Qenco bersivê bide, zendikê xwe bi xwêdana eniya xwe xist û ji birayê xwe pirsî:
– Her dem dapîra min digot mirov dişibin hev, ma mamosta jî dişibin hev..!?
Hesoyê ku di pirsa birayê xwe de negihaşt, tirabêlka rûyê wî ku tev li xwêdanê bûbû paqij kir û bi bêzarî û melûlî got:
– Xuya ye em ê îşev dîsan li bin pirê derveyî Hewlêrê xew bikin birawo…
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 83′yan de hatiye weşandin. 2018.08.15