Bûyerpress
Nivîskar Ciwanê Evdal, di baxê wêjeyê de piraniya celeban çêjaye û gelek babetên têvel şopandine; helbest, çîrok, lêkolîn û deqên şanoyê bi zimanên kurdî û erebî dinivîse, her wiha parçeyên zargotinê berhev dike û ji zimanê erebî pirtûkan li kurdî werdigerîne.
Ew di sala 1955’an de li Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê hatiye dunyayê. Di dawiya salên 90’an de dest bi nivîsînê kiriye û hetanî aniha hêj berdewam e.
Hejmarek ji berhemên wî hatine çapkirin û belav bûne û çend destnivîsên wî yên çapnekirî jî hene.
Di helbesta xwe de, nivîskar Ciwanê Evdal bi nazdarî ji babetên evînê nêzîk dibe û gelek mijarên cihê, bi hûnandineke nûjen, di helbestên xwe de bi cih dike.
TEMENÊ ŞOL
Bibûre..
Ey temenê min î gijolî
Lê.. derbasî evîna min nebe
Bi kulleka biçûk hinakirî
Mîna fîşek û gullê, di lûlê re
Û xunc û kulîlkên
Wê nequrmiçîne
An bi sol û potîneke çewt
Û dasek xêzkirî
Ew gava pêş li paş dikeve
Û diherbile
Kêlîk û dem û roj tevî demsala
Me dipêrgîne tenahiya xwe
Me davêje deryake bêbinî
Ji xeyd û ûrîkirinê
Ji jibîrkirin û badîhewayê
Gelo.. tê çawa
Me biparêze ji zingara demê
Me bipêrgîne tenahiya Xwedê
Hey hê.. me veçirîne xewnên belek
An dergehek biçûk veke
Û me hinakirî bihêle
Ew bûyerên bi alî me de difirin
Du basikên ji şima ne
De em ê tariya sibehê verêsin
Bi wan pêlên me y nû
Yê gazî li pêlin din dikirin
Ku şevê veçirînin bi zorê
Bipijivînin ji elendeke derengzayî
Ji zersora keskahiyê kevnar
Ku şiyar bikin elenda sar
..De bibûre ey çerxa çarqozî
Li temenê min î gijolî..
Hey loo.. hela hêdî bike
Gava xwe y çewt û dijwar
Li xewna min î zarokî
Li evîniya min î biçûkî
Li hêviya min î nazîkî
Nede ber nifir û keviran
Û neke zivrî û dixsî û qayîş
.. Hey loo.. temenê gijolî
Hela hêdî bike pêga xwe y çewt
Vegere berî em herin bê veger
Va ye em têne gasîna tewafê
Mixabin..
Hîna dergehên çak venebûne
An nebûye derengî demê
Derengî barbangê
Ey temenê min î gijolî.
TEWANÎ
Çi erzan bûye dil li cem te..?
Çi bêkêr bûye evîn li dil te..?
De ez ê çawa ji nûv de
Piştî xeyd û dilmayiyê
Masiyên xwe y zêrîn
Bavêjim ava derya te y qeşagirtî
Ku melevaniya xwe bikin
De ez ê çawa kewên rengîn
Li ezmanê te y mijgirtî berdim
Bifirînim teqlan
An çawa stêrkên xwe y biriqandî
Bavêjim şevbêrka ezmanê te y tisî
An tariya demûş û qirgirtî
De ez ê çawa beranê xwe y tî
An hespê xwe y birçî
Li çêra pirêza beyar biçêrînim
An ez ê çawa
Çûk û çivîkên xwe bilûsînim
Li ser şaxa dara te y tazî û hişk
Yarê, va ez matmayî mame li vir
Li kuçka çar riya
Û xaça fila li ser pişta min e diyarî
..Û hîna dil qeşmûş negirtiye
Ku dûr e ji zayîna barbengê ve..
NÊÇÎRVAN
Nêçîrvanan
Rav û awir û keser
Talan dikirin ber-bi-ber
Çi ye gunehê van armanca..?
Şîr didotin
Ji guhanên bedew çavên te
An hêsir û sozên germ
Bi derewa davêtin dû xwe dûr
Yarê.. li hember tîr û kevanan
Ya durist çi ye bê guneh..
Bê şermî ev çi ye..?
Çima şaş e ev bûyer
Û ev raz û huner vajî ye..?
Dil û hunav li ber dikupîne
Kî wê derman ke ji pêv te ..?
Ger ne bi awirekî kuştî be
Kî wê term veşêre ji ber xwe..?
Ger ne bi kalanê mirî be
Êdî ev e: Yasa nêçîr û ravê
De bera îsk û aho nebêjin :
– Bo çi ye tîr û derd û birîn
Bo çi ne xem û xewn û xwîn
Bo çi ne ev bîranîn ..?
Ev dilgirtin û hezkirina dîn..!!
ÊLÎ YEMAN
YEKÎTÎ
Ber bi kû ve diçe
Lîrandina min î têr
Lorandina min î hevgirtî?
– Êlî yeman
– Têlî tew têlî
Heyfa min e
Tême şikenandin
Wilo erzan belav dibin
De ka bibin mêvanê sibê
Da ku bi gon bikin nîvroja
Û .. Stewr-bûna yekîtiya
Tiliyan vejînin
Da perçebûnê hilçenînin
Ji darên çiya
An pincarê xwe vedin
Di xaka dilê min de.
* * *
Bêjin bi min re :
– Êlî yeman
Em jî neman..
.. jî neman.. jîn neman..
.. jin neman.. ji neman.
Şevbêrk
Şevbêrka me hatiye ber çinînê
Dîsa.. vê demsala heşîn
Bi bîranînên hevirmêşî hişyar bûye
Dixwaze li nav baxan seyran bike
Ji ber taliya şevbêrkê nêzîk digrî
Demê firîna xwe basko kiriye
Pencê azariya xwe dadiwerivîne
Ku hîna têr nebûye ji mişextiya berê
**
..Ew kevok û perwanên mêvan
Stêrkên pîkoliyê difirînin sema
Gurzên kêfa lal dikine yek
Da ku berî şev kuta bibe û vemre
Pêga wî yî rengîn li dil bilukume
Ah .. Û hîna bi ser xwe de digrî
Ku têr nebûye ji cotkirina do
**
Ew dilê têr nebûyî ji ba û siyê
Ji mij û xunav û ahîna tînê
Xwe vediçirîne şevbêrka kevnar
Û li ber tevna wê dimîne hişyar
Da birêse careke dinê bi firehî:
Vê.. vê demsala heşîn
Ku dîsa vê şevbêrka hatiye ber çinînê
Vejinîne ji dema xwe y westayî ve.
XWEDAKÎ
.. Ji nişka ve
Çivîkê evînê
Li ser şaxê dilê min danîne
Da bikin Yezdan û pêxemberî
Û hin perwanin rengîn
Li dora revîna findê min
Disemiyan bi çepkan
Awir û ken û dilê tolaz
Digirnijin li ser piyê şûva min
Û bi ewrê sipî xunavgirtî dilîzin
Ku li qefa çewilîka dilê min
Bibarin ciwan
Ji berf û qeşa rût dipijivînin
Xunce-çîçekan cot dipişkivînin
Ji riya kadiza bêqidoş
.. Ku ta nemîne bor û beyar
Ji ber xwe ve, lê şîn dihat zad
Helbet divê jî zexel û ziwan
– Ey temenê erzan dizê
Wiha.. bi evîna dupar azar
Ev dilê nazik û ciwan
Ji nû ve, xwe da ber daxan
Ne yek û ne dido
Hezar û behtir ji wan.
RÊWIYO
Rê dûr e Rêwiyo
Û şev tarî û dijwar e
Stêr li ezmanê hêviyan pir in
Pir in û bê jimar in
Rawestan nîne
Vala ye
Hîç divê bigihên
Bi dema barbengê re
Tev de bi hev re dest û soz
Ku li dar e
Ala hêviyan nû hilbûye
*
Bibûrîne sînoran
Sînor li dû sînoran
Xwe li ber te nagirin
Çavên te li jor
Singa te li ber
Pêşveçûnê
Pir pira û dîwar derbas kir
Xwe bigre
Rê dûr e heyva yekşevî
Û şev tarî ye
Çira.. çirûskek ji me xuya ye
Erê û erê.. ji me xuya bû
De bigihên berî dîsan..
Teşiya rojan vacî bigere
Yên di çaxê windayî de zayî
Tê bîra wî
Çawa dirêse tevna çewt
Gava çep digere
Kevir li ser kevir nahêle
*
Xwe ragire
Dem ji te re ye.. yê te ye
Û rawestan jî nîne
Hîç divê bigihên
Bi dema barbengê re
Tev de bi hev re dest û doz
Ku li dar e
Ala hêviyan nû hilbûye
Ji mafê me ye pêş kevin
Û tu îşê kesekî pê tuneye
Rêwiyo
Dûr nîzîk e
Pêga pêşîn, yê din dikişîne.
QAÇ Û XEYD
Çima tu xeyidiye ji dilê xwe
Qey te qaça min kiriye
Û qeşa mîna çiyakî
Li ber min û xwe daniye
Çi mû ye
Xwe li dilî gerandiye..?!!
Xwe li zimanî gernijandiye
Çima ev stirîyên beloq
Xunca me fetisandiye
Mîna pizoteke
Di nav arî de dikele vemirî
Nayê hilgirtin bipêjê destan
Û dilê min û te li ser diqijqije
Ya rast.. xeyd bi me dikene
Û ez û te bi xweşî
Xwe li ber bayî nagirin şipya
Dev lêvên xwe dikin
Çavên xwe dipeqînin nediyara
Û em dibêjin:
– Çima û çire û çilo ..?!!
Bo çi ye
Ev bilûra serhişkî
Li ber gayî
Bo çi ye ev serdana vajî..?
Ey surişt:
– Ev dijî kê ye..?!
Ger ne dijî min û te ye
Çima ne mîna gul û bilibil
Asoyan zeft bikin
Û bi xunav û awazî
Bêjin: Bijî û her hebî
Qene dijî demê ye
Ji ber ne xema wî ye
Ew ji kîsê xwe naxwe
Her geroneka vajî ye..
Çendî hilma dengê me nake
Hewara me boş tê vexwarin
Li ber sirûd û sitranên xwe y
Şerpezekirî
Belê.. çawa zuha dibe .. ?
Ji emrê me dixwe û vedixwe
Bi qurtek av û bihneke ba
Û dilê lihevherbilî
Geh bi arê xwe ve xwe dişo
Û geh bi aramî..
An her gav û her çaxî dijî
Bê jimartina şahiyê.
YEK RAMÎSAN
Yekemîn
Neqişa qenewîçan
..Ramûsanek tenê
Di bal û bîra min de
Vedigevize
Mîna qafikekî hezarsalî
Nav koma girê dilê min de
Li hev hatiye herî
Ji ber lehya Nûh li kopanê Cûdî
Ramûsanek tenê
Rawestiyaye
Di serê girê dilê min de
Û di bal û bîra min de dibeze
An stêrek geş li riya kadizê diçêre
Her tenha ya şevê sar e
Her dere dibe dermale
Cejna wê pîroz dikim
Li şûva genim û ceh û ziwana
Bûyeran ji hev bêjing dikim
Lê mixabin :
Tev ne yek serî û binî ne
Bi pirêza sala dirêsim
Çi nuh û kevna
Yekemîn neqişa qenewîçan
..Ramûsanek tenê
Di bal û bîra min de vedigevize
Li qunaxa dilgirtina cara pêşîn
Bi nêçîra dilbijokiya xwe dikevim
Û bi eşqa Aho û Îskan dibilim
Ji hev nikarim xwe bidêrim
Û hina, ji hina hilbijêrim
Ji derya xemên kevzekîkirî
.. Zinhare rav û qeyd
Ku dermanekî çak nîne
Li cem Itar û Cadiwan
Ne weqî û ne batan
Ku kilît li cem yar ramîsan e
Û li cem yaro tune zeqnebût
.. Ramîsan jîn û jiyan e
Ew jehrek xweş e
Ramîsan siya Xwedan e
Li nav didiwan bi yek e
..Yê dilgirt bi maçekê ve
Ewî rahişte pizotek agirê şîn
Her tim birîna wê terr û şil e
Û derman bi ramîsanekê
Mîna agir bi agir vemirîne.
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 83′yan de hatine weşandin. 2018.08.15