Bûyerpress
Dildarê Mîdî
Hatiye gotin ku rojekê ji rojan, janeke (êş) dijwar li tiliyeke destê şêwirdarê mîr da, ta ku ew bi ser hev de guvaşt; hedar û qirara wî ji ber wê êşê nedihat, hal û wextê wî ji ber nebû .
Tevlî ku ew ciwanmêr li hember hemî cûreyên êş û nexwşî û tengasiyan bi aramî û deyaxa xwe hatibû nasîn jî, lê dibêjin wê şevê kir û nekir nikarîbû biçe dîwanxaneyê û li civata mîr rûne. Ne tenê wiha, lê belê xew jî bi çavên wî neket.
Rabû ji xwe re got: “Bavo ez çi ji mîr re bêjim! Eger ew sibe ji min bipirse û bêje çima şeva bûrî tu nehatî dîwanxaneyê, ku ez bêjim tilîka min têşiya, bi Xwedê ji min re pir şerm û kêmasî ye… Na na, ya baş ew e ku ez çavekî xwe biteqînim, eger wê çaxê ji min bipirse ez ê bêjim; ez benî bi Xwedê şeva bûrî êşeke dijwar li çavê min da û di encamê de çavê min teqiya; ji ber vê yekê min nikarîbû ez bême civatê. Dibe ku ev gotin baştir cihê xwe bigire.”
Rabû mêrikê şêwirdar çavekî xwe teqand, baş derman kir û girê da. Sibehê zû berê xwe da dîwanxaneyê. Dema ku şêwirdar derbas bû û rûnişt, di cî de mîr ji wî pirsî:
– Ha şêwirdar… çima şeva bûrî tu li civatê ne xuya bûyî, xêr bû, çi hebû?
Şêwirdar rabû ser xwe û got :
– Bi Xwedê mîrê min şeva bûrî êşeke dijwar kete çavê min û di encamê de çavê min teqiya, lewra min nikarîbû ez bême dîwanxaneyê .
Dibêjin dema ku şêwirdar çîroka xwe got, hema di cî de bû tiqe tiqa mîr -keniya- û got :
– Hey mala te çi nebe, ma gelo êşa çavan jî êş e! Weleh min digot qey tu yê bêjî êşê li tiliya min dabû û bi wê sedemê min nikarîbû ez bême dîwanxaneyê, ji ber ku kurdan ji berê ve gotiye :”Jana tiliyê mîna derdê hewiyê.”
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 82′yan de hatiye weşandin. 2018.08.01