Bûyerpress
Deham Ebdulfetah
Zimanê Pehlewî
Zimanê Pehlewî jî, weku zimanekî Îranî yê kevin, li rex zimanê Avistayî bandoreke fireh li hemû zimanên hawirdor, nemaze yên Îranî kiriye.
Li gora venerîna Mes’ûd Mihemed, ku di pirtûka “Zimanê Kurd” de dibêje, navê Pehlewî ji gotina “pertew” hatiye zîvirandin. Pertew jî navê Xurasanê yê kevin bû[1]. Vêca ku ev salix rast be jixwe em ê di wê baweriyê de bin ku zimanê Avistayî û yê Pehlewî, weku du darên şaxvedayî di yek xakê de şîn hatine û her zimanekî ji wan jî rola xwe ya serdestî li gora desthilatiya qûnaxê dîtiye..
Bi vê nêrînê em piştrast in ku bandor û kartêkirina van her du zimanan (ji hêla bêjeyan ve) li hev bûye û ya wan jî, li zimanên hawirdorê bi giştî û li yê Kurdî jî bi taybetî bûye.
Li gora xwendina Mes’ûd Mihemed, di pirtûka Perwîz Natil Xanlerî ya bi navê “Tarîxî Zebanî Farisî” de hatiye, zimanê Pehlewî li ser kavilên zimanê “Parsî” (Farisiya kevin) ava bûye. Ev ziman bi demê re bûye du beş:
- Beşek li cihê xwe (Xurasanê) maye û bo ku ji beşê dîtir bê nasîn navê “Pelewanîk” lê bûye.
- Beşê dî bi koçberiya Xurasaniyan re li herêma başûrê rojavayê Îranê belav bûye. Anku, li herêma Hewraman, belav bûye.
Zimanê Pehlewî desthilatiya xwe, bi şêweyekî fermî, ji destpêka serdema “Eşkanî” 250’yê BZ ta destpêka Islamê, li seranserê Îrana wê demê kiriye.
Ev jî bûye sedema ku ev ziman bandora xwe li hemû zimanên Îranî bike û zimanê Kurdî jî yek ji wan e, çiku zimanê Pehlewî ew qas dem li wê herêma Kurdî (Hewraman) bi kar hatiye û serdestiya xwe lê kiriye!
Ev malika jêrîn, ya ku Mes’ûd Mihemed ew ji pirtûka “Tarîxî Zebanî Farisî”, R. (249) hilçiniye û di pirtûka xwe “Zimanê Kurd” de bi cî kiriye, dê bandorê baş tekez dike:
– ” لَحْنِ أَوْرامَنْ و بَيْتِ پَهْلَوى
زخَمهِء رودْ وَ سَماعِ خُسْرَوى “
Anku, eger helbestên Pehlewî û awazên Hewramanî hev himbêz bikin ew ê hunereke pilebilind bijenin. Ji hêleke dî ve jî, ev malik bandora ziman û çanda Pehlewî li ziman û çanda Hewramanî (Kurdî) tekez dike.
Me berî nuha jî amaje pê kiribû, ku zimanê Kurdî bi hemû şêwezarên xwe ve, di himbêza zimanê Avistayî de bi ser lingan ketiye û di bin sîwana zimanê Pehlewî de jî demeke dirêj xwe dîtiye. Bandor û kartêkirina her du zimanên dêrîn (kevin), li hev bûye û ya her duyan jî li zimanê Kurdî bûye û lê diyar dibe, wekî ku di vê lîsteyê de berçav dibe:
Avistayî Pehlewî Kurdî
– Wihurg gurg gurg û gur
– Dirac diraj dirêj
– Kirim gerim gerim
– Dise deh deh
– Deman zevan ziman
– Zime dimistan zivistan û zimistan
– Maweng mas mang û mah
– Wefir wefil,wefir berif, befir
– Xizik ……… hişk
– Mirxe miru mir, mami
– ……
Di reseniya zimanê Kurdî de gotina “mir” bi wateya “murx, teyr, bi dû şêweyan teşeya xwe ya lêkdayî girtiye:
- Mir + hîşk = mirhîşk (mirîşk) = murxê hişkayê.
- Mir +aw, av = miraw (werdek) = murxê avê.
***
[1] -Ji “Tarîxî Zebanî Farisî” hatiye hilçinîn
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 82′yan de hatiye weşandin. 2018.08.01