Bûyerpress
Ehmedê Huseynî
Di kuçeyên eşqê de, li parzemînên newêrek de, mîna ku qehremanê tirsê bim, mîna ku siwar û xweşmêrê têkçûn û şkestinê bim, ber bi meydana dilê te ve dihatim, ber bi çeperên qîrîna hestên te ve dihatim, ber bi alên te yên di sor de gevizî dihatim.
Di kêlîkên ku di nermika destên te de, mîna zûxurên bîranînan mezin dibûm û ji hilatina te têr nedibûm, ber bi berbanga reşgirêdayî ya kenê te ve û ber bi nimêja dawîn a tobedarên kirasê te ve dihatim.
Min dilê xwe yê bêlîs û yê bêbask, wekû sêwiyekî, wekû bêmiradekî, li pey xwe, li bin siya dara tûyê bi tenê hişt û min bi hezaran keserên riziyayî û xewnên beravêtî û mirinên bêwate, di zikê darê de veşartin…
Min helbesta bêhûdeyiyê bi destên xwe yên gunehbar dixeniqand, min peyvên sersom ji ser milên xwe yên birîndar diavêtin û min bi tenê tovê hawarekê di gewriya xwe de diçand, bi tenê min pirtûka qîrînê di xwîna xwe de av dida.
Min pêjna lingên hevrêşimîn ên evînê dikir.
Min ewrên spî yên dilê te tar û mar dikirin.
Min sirûd û awazên kenê te disipartin dîwarên ji camê, yên şevê disipartin şevçirayên keservedanên dayîkên reşgirêdayî yên Rojava.
Tu awirvedana bajarên bêçav bûyî.
Ez jî helkehelka şervanên Qamişlokê bûm.
Navê te ji axê dipijiqî û navê min di nav xwîna kesk de bê nav dima, navê te bi sira bayê re li ba dibû û navê min di toza Amûdê de, wekî ku dilê te be, dilerizî.
Ez payîza te me.
Ez çurisîna hemî rexên navê te me.
Ez deqa kulîka bejî li ser çermê destê te me.
Ez şûr im, qurban im, qublename me, qedîfeya sînga te me,
quling im, di evînê de, di kurtepista beybûn û binefşan de keççççê piling im!!!
Li qiblenameyekê digeriyam da ku berê xwe bidim êşa te, lê hemî aliyên eşqê bê alî, di serav û rewrewka xatirxwestinê de, diqîriyan..
Li sitranekê digeriyam da ku Evîna Du Çiyayan ji balindeyan re bibêjim,
ji berfê re, ji nehwirîna bayê kur re, ji Xwedawendên serjêkirî re…
lê min ji bilî kevirên poşmaniya te, dilê te yê di Çarçirayê de vêketî, lêvên tênahiyê yên çavkaniyên dadayî, nedidîtin.
Bêdengiyê ji nav destê dengvedanê birevîne û li xweşmêrên sirûdan, hema piçekî, ewle bibe!
Şîhîna hespên serberdayî, ji damarên min, ji gewriya xewnên min, ji sebeta tenhatiya min, derxîne!
Ewran ber bi qederên wan ve bajo! Min di himbêza xwe de haş bike û di guhê jiyanê de, Evîna Du Çiyayan, wek ku Mem Ararat negotibe, bibêje!
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 82′yan de hatiye weşandin. 2018.08.01